'Derbarê HDPê de dibe ku beriya hilbijartinê bi rojekê jî biryar bê dayîn'

12-03-2023
RÛDAW
Nîşan Serhat Eren Doza Girtina HDPê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ê HDPê Serhat Eren biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê nirxand û got "Dibe ku beriya hilbijartinê di her rojekê de jî biryar bê dayîn."

Serhat Eren derbarê paşxistina roja parastina devkî ya doza girtina HDPê de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) û rakirina astengiya li ser hesabên bankayê yên alîkariya Xezîneyê de axivî.

Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, Serhat Eren ragihand ku nediyar dewam dike û dibêje “Di navbera 14 Adarê û 11 Nîsanê de ti ferqek tine. Dadgeha Destûra Bingehîn bi hiştina parastina devkî bo dîrokeke beriya 14ê Gulanê derfet da hikûmetê ku di derbarê me û hilbijartinê de mudaxele bike û şekil bide hilbijartinê. Ne biryareke ku pêvajoya nediyar a derbarê partiya me de ji holê rake bû. Em dizanin ku rojek beriya 14’ê Gulanê jî dikare di derbarê partiya me de biryar were dayîn.”

Eren rakirina astengkirina li ser hesabên alîkariyê yên HDP'ê wek "erênî" nirxand û got “Di çarçoveya biryara astengkirinê de Dadgeha Destûra Bingehîn ji biryara xwe ya şaş a berê paşve vegeriya û serast kir. Hinceta wek `Daxwaza blokekirinê ya Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind di warê hiqûqî de pêkan nedîtîn` diyar kir. Sererastkirina biryarê erênî ye.”

Li ser parastina devkî ku ji bo 11ê Nîsan hatiye paşxistin Serhat Eren got “Di navbera 14 Adarê û 11 Nîsanê de ti ferqek tine. Dadgeha Destûra Bingehîn bi hiştina parastina devkî bo dîrokeke beriya 14ê Gulanê derfet da hikûmetê ku di derbarê me û hilbijartinê de mudaxele bike û şekil bide hilbijartinê. Bi biryara ku hatiye dayin re eger têgihiştineke ku rê li ber partiya me hatiye vekirin ku bikeve hilbijartinan hebe, ev têgihiştineke xelet e.

“Divê Dadgeha Destûrê dawî li vê pêvajoya nediyar bîne”

Eger di 11ê Nîsanê de parastina devkî bê wergirtin, 3 roj, 1 hefhe, 10 roj şûnde ango di her rojeke beriya 14ê Gulanê de dikare biryarê bide. Ji ber vê yekê me guncaw û hiqûqî nedît ku Dadgeha Destûra Bingehîn tenê 1 meh bide. Ne biryareke ku pêvajoya nediyar a derbarê partiya me de ji holê rake bû. Divê Dadgeha Destûra Bingehîn dawî li vê pêvajoya nediyar bîne.”

“Em HDPê li ber rehma Dadgeha Destûrê û AKPê nahêlin”

Serhat Eren diyar kir ku wan her rîskan daye ber çavana û wiha berdewam kir “HDP partiyeke ku AKPê jî, darazê jî baş analîz dike û nas dike. Ji milyonê yek îhtimal jî hebe, HDP vê rîskê dinirxîne. Em wê li ber rehma Dadgeha Destûrê û AKPê nahêlin. Em dizanin ku rojek beriya 14’ê Gulanê jî dikare di derbarê partiya me de biryar were dayîn. Em dê bi 0 rîsk binirxînin û bi 0 rîsk têkevin hilbijartinê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst