Di lêpirsîna erdheja Mereşê de bi giştî 279 kes hatin girtin

12-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di lêpirsîna erdheja 6ê Sibatê de hejmara kesên gumanbar gihîştiye 1171 kesan û ji wan 279 kes ji ber di çêkirina xanî û avahiyan de xemsarî kirine hatine girtin û ji wan 99 belênder (muteahît) in.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an ku li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bûn sedema hilweşîna bi deh hezaran avahiyan, bi biryara Wezareta Dadê ya Tirkiyê derbarê kesên di çêkirina avahiyên hilweşiyayî de xemsarî kirine, lêpirsîn hatibûn destpêkirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, heta 12ê Adara 2023an hejmara kesên girtî ku di çêkirina xanî û avahiyan de xemsariya wan hebûye gihiştiye 279 kesan. Ji wan 99 belênder, 149 berpirsên avahiyan, 13 kes xwediyê avahiyan û 18 kes jî kesên di avahiyan de guhertin kirine. Derbarê 250 kesan de jî biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Her wiha bi fermana serdozgeriyan 2 kes desteserkirî ne û 50 gumanbaran jî canê xwe ji dest dane. Li gor agahiyên hatine belavkirin, 22 gumanbar li derveyî Tirkiyê ne û 103 kes jî piştî îfadeyê hatine berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst