Metîn Metîner: Divê AK Partî xwe nû bike, israr dide wendakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê AKPê Mehmet Metîner got “Divê AK Partî xwe nû bike, israr dide wendakirin.”

Parlamenterê berê yê AKPê Mehmet Metîner di parvekirinên xwe yên li ser hesabê xwe yê Twitterê şîretan li AK Partiyê kir.

Metîner tekez kir ku divê AKP xwe nû bike û dibêje “Divê AK Partî hem di warê zîhnî, hem di warê siyasî, hem jî di asta kadroyan de xwe nû bike. Israra li ser navên ku îtibar û wateya wan li ber çavên milet tine, dide wendakirin.”

Metîner amaje bi wê yekê kir ku divê Partiya Çep a Demokratîk (DSP) jî tevlî Tifaqa Cumhur bibe û got “Divê DSP tevlî Tifaqa Cumhur bê kirin.”

Herwiha Metîner keça Denîz Baykal, Asli Baykal ji bo Ak Partiyê pêşniyar kir û got “Asli Baykal li AK Partiyê tê.”