Davutoglu: Bahçelî, ka bêje tu ji çi ditirsî? Amed heye!

12-03-2023
RÛDAW
Nîşan Ahmet Davutoglu Devlet Bahçelî Amed Amedspor Bursaspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li ser gotinên Serokê MHPê Devlet Bahçelî yên “Cihek bi navê Amedê tine û divê behsa Amedsporê neyê kirin” got “Tu ji çi ditirsî?”

Di 5 Adadrê de tîma Amedporê ku li bajarê Bûrsayê hem berî lîstikî li otelê rastî êrîşê hatibûn hem jî di dema lîstikê de li stadyuma Bursasporê ji aliyê lîstikvanên Bursasporê ve rastî erîşa fizîkî û devkî hatibûn û sloganên nijadperest li dijî wan hatibûn bilindkirin.

Erîşa nijadperest a li dijî tîma Amedsporê gelek karvedanan bi xwe re anîn.

Lê Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe de piştevaniya xwe bo êrişên nijadperst ên li dijî Amedsporê nîşan da û gotibû Ji bo me cihekî bi navê Amedê nîne û divê behsa Amedsporê neyê kirin. Ez alîgirên Bursasporê silav dikim û ji ber helwesta wan a neteweyî wan pîroz dikim.”

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê di derbarê mijarê de videoyek parve kir.

Davutoglu amaje bi wê yekê kir ku vekirina posterên karmendê JITEMê Mahmut Yildirim bi nasnavê "Yeşîl" û "Torosa Spî" bi awyekî organîze hatiye kirin û got “Gava ku mirov li temenê temaşevanan dinêrin, Yeşîl tê bîra çend kesî? Ew wêne çewa hatin wê derê? Li wê derê komeke bi zana û organîze vê peyamê dan: Em dê we vegerînin wan demên tarî yên salên 90î.”

“Hûn çi ji navan ditirsin?”

Davutoglu anî ziman ku navê Amedê di çîrokên Dede Korkut de derbas dibin û dibêje “Bahçelî dibêje Amed tine. Bahçelî, ji bo xatirê Xwedê begîtiya Tirkmen heye, Begîtiya Tirkmen a Kara Amed heye. Dede Korkut bixwîne Amde dinivîsîne. Ka hûn çi ji navan ditirsin?”

“Çi hedê te ye?”

Davutoglu diyar kir ku divê di navbera zimanan de cudahî neyê kirin û got “Tirkiya Yunus Emre çiqas pîroz be, Kurdiya Feqiyê Teyran jî hewqas pîroz e. Xwedê dibêje `Me ziman ji bo ku hev nas bikin da mirovan`. Çi hedê te ye ku tu çandekç tine bihesibînî, tu kî yî?”

Ahmet Davutoglu, anî ziman ku piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê yekser wê hesabê vê mijarê bê pirsîn û wiha berdewam kir “Eger bûyera Bûrsayê nîşana tiştekî be, û kî tevlî provakasyoneke wisa bibe, divê zanibe ku 15ê Gulanê heye. Di 15ê Gulanê de dê hesabê wê bê pirsîn. Bila kes zêdegaviyan neke. Tirkiye dê bi awayekî hêsan û ewle biçe hilbijartinê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst