AK Partî sibe serdana HUDA-PARê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Dad û Geşedanê (AKP) ku desthilat e, sibe 13ê Adara 2023ê serdana navenda HUDA-PARê dike.

Piştî ku Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan ragihand, dê hilbijartinên Tirkiyê 14ê Gulana 2023ê bêne kirin, rojeva siyaseta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê germtir bû.

HUDA PARê li ser hesabê xwe yê Twitterê yê fermî ragihand, berpirsên AKPê roja 13ê Adara 2023ê serdana navenda partiya wan dikin. HUDA PARê got: “Serokwekîlê AK Partiyê Numan Kurtulmuş û Serokê Karên Hilbijartinê yê AK Partiyê Ali Îhsan Yavuz dê sibe 13ê Adara 2023ê demjimêr 15:00 serdana navenda partiya me bikin.”

HUDA PARê herwiha got, dê piştî hevdîtina ligel AKPê civîna medyayê bê sazkirin.

HUDA PARê roja 11ê Adara 2023ê ragihand, dê di hilbijartinên 14ê Gulana 2023ê piştgiriya Recep Tayyip Erdogan bikin.