Korbenda Dîplomasî ya Antalyayê berdewam e

12-03-2022
RÛDAW
Nîşan Korbenda Dîplomasiyê ya li Antalyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Duyemîn roja Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê ku îro bi panel, rûniştin û hevdîtinên dualî berdewam dike.

Bi serpireştiya Wezareta Derve ya Tirkiyê û di bin navnîşana “Xêzkirina Dîplomasiyê” de, roja Înê 11ê Adara 2022an duyemîn Korbenda Dîplomasî ya Antalyayê (ADF) destpê kir û dê heta 13ê Adarê bo dema 3 rojan bidome.

Di korbendê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel 15 serokkomar û serokwezîr. 65 wezîrên dervê yên welatan û 39 nûnerên rêxistinên navneteweyî beşdar dibin.

Di forumê de behsa krîzên cîhanî wek şer, hejarî, koçberbûn, guhertina keşûhewayê, teror û gefa grûpên tundrew û çend mijarên din bê kirin.

herwiha di roja yekem a korbendê de duh Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi rêya vîdyo konferansê beşdarî vekirina korbendê bû.

Di çarçoveya Korbenda Dîplomasiyê ya Antalyayê de, di roja yekem de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman El Sanî civiya.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan duh di axavtina xwe ya korbendê de diyar kiribû ku Rojava di dagirkirina Kirimê de hesasiyeta pêwîst nîşan nedaye û piştgiriya pêwîst nedaye û Ukrayna di doza xwe ya mafdar de bi tenê maye.

Serokwezîrê Ukraynayê Denis Shmygal ku bi rêya vîdyo konferansê beşdarî forumê bû, diyar kir ku nêzî 250 hezar Ukrayniyên li derveyî welat dijîn ji bo parastina welatê xwe vegeriyan welatê xwe û got “Li Ukraynayê ti kes bi gulan pêşwazî li Rûsan nake. Kes naxwaze Yekîtiya Sovyetê ji nû ve were avakirin. Ukraynayî dixwazin dewleta xwe ava bikin û mafê wan heye ku ji bo xwe û pêşeroja zarokên xwe hilbijêrin.”

Di Korbenda Dîplomasî ya Antalyayê de 585 rojnamevan korbendê dişopînin, mijarên rojeva cîhanê yên germ tên nîqaşkirin.

Korbenda Dîplomasî ya Antalyayê ku wê îro bi panel, rûniştin û hevdîtinên dualî dewam bike wê sibe biqede.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst