Alî Babacan YPG û PYD weke ‘rexistinên terorist’ bi nav kirin
Enqere (Rûdaw) - Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Alî Babacan ku duh Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) bi fermî ilan kir, ragihand ku ew dê hewl bidin peywendiyên Amerîkayê ligel PYD û YPGê qut bikin. Di heman demê de Babacan PYD û YPG weke “rexistinên terorist” pênase kirin.
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Alî Babacan ku dest ji AK Partiyê berdabû, duh Çarşemê 11ê Adarê bi beşdariya 90 daezrîner û beşek aligiran partiya xwe ya bi navê Tirkiyê, Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) di merasîmekê de li Enqerê bi fermî ragihand.
Di merasimê de bernemaya partiyê jî hat eşkerekirin ku ji 131 rûpelan pêk tê û di beşekê de jî behsa pirsa Kurdî tê kirin. Di merasimê de hem rêzikanameya partiyê hem jî bernameya partiyê hat ragihandin. Di bernameya partiya Babacan de babetekî giring jî pirsa Kurda ye.
Yek ji damezrînerên Partiya DEVAyê Abdurahîm Aksoy dibêje: “Em dixwazin ku herkes zimanê xwe bi azadî biaxive, herkes azad be û axavtina ziman êdî nebe sûç. Herwiha peywendiyên me dê bi Kurdistanê re peywendiyeke pismam û birayan be. Herêma kurdistanê ji bo me gelek girîng e.”
Bernameya Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê ji 131 rûpelan pêk tê û beşa herî berfireh bi 34 rupelan beşa aboriyê ye. Di bernameyê de behsa babetên weke maf û azadiyan, demokrasî, sîstema parlamenteriyê û avakirina civakeke sivîl jî tê kirin.
Berdevkê Partiya DEVAyê Îdrîs Şahin jî got: “Me bernameyeke wisa amade kiriye ku hemû pêkhateyên civakê xwe tê de bibînin û herwiha mafê jinan jî parastî be.”
Li gorî bernameyê Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê dixwaze pirsa Kurdî di çareçoveya destûrê û li gorî pivanên demokrasityeke pêşkevtî û mafê mirovan de çareser bike.
Ahmet Faruk Unsal ku ew jî yek ji damezrînerê partiyê ye wiha axivî: “Bi taybetî piştî sîstema serokatiyê li welatê me êdî beşek kêşeyên heyî bûne kêşeyên destûrî û tenê bi guhertina destûrê û sîstemê em dikarin keşeyên heyî çareser bikin.”
Keça siyasetmedarê Kurd Dengir Mîr Mehmet Firat a bi navê Munever Hêlîn Firat ku ew jî yek ji damezrînerê partiyê ye dibêje: “Dibe ku bernameya me kelecaneke mezin dirust nekiribe, dibe ku gelek tişt hatibin dubarekirin jî, rast e em dubare dubare dibêjin, ji ber ku çareser nebûne, em hêvî dikin ku em bikarin hemû kêşeyên heyî çareser bikin.”
Serokê Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê Alî Babacan jî di yekem gotara xwe de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) weke rêkistinên terorî bi nav kir û got ku ew dê hewl bidin peywendiyê wan rêxistinan bi Amerikayê re qut bikin.