KRÎZ KÛR DIBE - Ala Tirkiyê danîn ser Konsolxaneya Holandayê

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Holandayê bernameya mîtîngên wezîrên Tirkiyê betal kir, di navbera herdu aliyan de alozî kûrtir bûn. Karbidestên hikûmeta Tirkiyê bi gotinên tund helwesta Holandayê rexne kirin.       

 

Hikûmeta Holandayê serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu betal kiribû û herwiha Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya jî ji welat veder kiribû.

 

Ji ber vê yekê li Stenbol û Enqerê li ber deriyê balyoz û konsolxaneyên Holandayê xwepêşandan hatine kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Stenbolê Rawîn Stêrk ragihand, ku hinek xwepêşander li pêşiya konsolxaneya Holandayê civiyane û çalakî sazkirin. Herwiha xwepêşanderek jî ketiye jûr ve, ala Holandayê daniye û li dewsa wê ala Tirkiyê daliqandiye.

 

 

 

 

 

Peyamnêrê Rûdawê li Enqerê Şevket Herkî jî da zanîn, ku li vî bajarî jî li hember helwesta Holandayê karvedan hebûye û got; “Rêyên diçin balyozxaneya Holandayê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin. Metirsî heye, ku xelk li nêzîkî balyozxaneyê çalakiyan bike.”

 

Peyamnêrê me da zanîn, ku li medyaya Tirkiyê jî karvedanên cuda hene û herwiha li ser torên civakî jî banga boykotkirina kelûpelên Holandayê tê kirin.

 

 

 

 

 

Ji aliyê din ve duh bi şev li pêşiya Balyozxaneya Enqerê ya li Amsterdama Holandayê jî çalakî hebûn. Komeke çalakvanan li pêş balyozxaneyê helwesta hikûmeta Holandayê rexne kirin.

 

Çi bibû?

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji bo di çarçoveya helmeta referandûmê de mîtîngekê saz bike, xwestibû here Amsterdamê. Lê karbidestên Holandayê daxwaza mîtîngê red kiribûn.

 

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte gotibû, ku ew naxwaze li welatê wî civînên siyasî bên kirin lê eger Çavuşoglu bixwaze şilêran bibîne dikare serdana xwe bike.

 

Hikûmeta Holandayê jî ragihandibû, ku wan ji Çavuşoglu re gotiye, ku pêşwaziyekî fermî li wî nakin.

 

Piştî ku Mevlut Çavuşoglu got, “eger Holanda destûr nede serdana wî pêk were li hember vê yekê dê kiryarên tund ên siyasiyasî û aborî hebin”, Wezareta Navxwe ya Holandayê raste rast ragihand, ku ji ber gefên Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana wî ha ji bo Amsterdamê hatiye betalkirin.

 

Krîza di navbera herdu welatan de piştî daxuyaniya tund a Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gihişte qonaxeke din.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi gotinên tund hikûmeta Holandayê rexne kir û got; “Ew destûrê nadin wezîrê me here li wir welatiyên xwe bibîne. Emê bibînin ka dê firokeyên wan bikarin werin Tikiryê. Ew bermayên naziyan in.”

 

Piştî van daxuyaniyan hikûmeta Holandayê li nêzîkî Balyozxaneya Tirkiyê ya li Amsterdamê pêşiya Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya girt û paşî ew weke “Mirovê Nexwestî” (Pesona Non Grata) binav kir û ji welat derxist.

 

Li ser vê yekê  hemwelatiyên tirk ji bo piştgiriya Wezîr Fatma Betul Kaya li pêşberî balyozxaneyê çalakî pêkanîn lê rastê destwerdana tund a polîsên Holandayê hatin. Li ser aloziyan Şaredariya Holandayê jî “Rewşa Lezgîn” ragihand.

 

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim jî li hember astengkrina wezîr Fatma Betul Sayan Kaya bi daxuyaniyekê ragihand ku em ê bi qatî bersiva Holandayê bidin û dê bersiva vê kiryarê jî gelekî giran be.”