Girtiyek bi cilê emelyatê ji nexweşxaneyê reviya

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kirikkaleyê yê Tirkiyeyê girtiyê ku ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê, bi cilên emeliyatê reviya.

Girtiyê bi navê O.F.B ku di girtîgeha Delîceyê ya Girtî û Vekirî de dima ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Zanîngehê ya Kirikkaleyê.

Di dema dermankirinê de O.F.B. bi cilê emeliyatê ji nexweşxaneyê reviya.

Ji bo desteserkirina O.F.B xebatên lêgerînê dan destpêkirin.

Li gorî agahiyên dawî hat zanîn ku O.F.B. hatiye desteserkirin.