Li Hatayê 159 saet piştî erdhejê jinek ji bin kavilan hat rizgarkirin

12-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Hatay Antakya Rizgarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Antakyayê ya Hatayê 159 saet piştî erdhejê jinek ji bin kavilan hat rizgarkirin.

Piştî erdhejên Meraşê yên bi mezinahiya 7,7 û 7,6an yên tesîr li 10 bajaran kirin li ser kavilên avahiyên hilweşiyane xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Li navçeya Antakyayê ekîbên AFAD û saziyên civakî yên sivîl dema li ser kavilên Apartmana Fatîhê dixebitîn dengek bihîstin.

Jinike ku bi kevir  dîwar dixist ku dengê wê bê bihîstin ji hêla ekîban ve hat rizgarkirin.

Jina 55 salî dema hat derxistin destê xwe hejand û paşê destê kesên ku ew rizgarkirin girt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst