Cûdî ya 10 salî piştî 147 demjimêran hat rizgarkirin

12-02-2023
RÛDAW
Nîşan Hatay Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Antakyayê ya Hatayê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin, tîmên Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê di demjimêra 147an da zarokek ji binê binê kavilan rizgar kirin.

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.6 û 7.7 ku navenda wê bajarê Mereşê bû û li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, her wiha li Rojavayê Kurdistanê û Sûriye bi bandor bû, li dû xwe bi hezaran mirî û birîndar hîştin.

Li Hatay a yek ji wan bajarên ku erdhejê wêraniyeke mezin li dû xwe hîştiye keça bi navê Cûdî ya 10 salî piştî hewldaneke demdirêj ji aliyê tîman ve ji bin kavilan hat derxistin, bi ambûlansê ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin.

Serokê ÎBBê Ekrem Îmamoglu yê ku dîmenên wan kêliyan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, got, “Em hêviya xwe winda nakin. Cûdî piştî 147 demjimêran li Antakyayê ji bin kavilan hat rizgarkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst