Fûara Gewher bi eleqeyeke mezin dest pê kir

12-02-2017
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Fûara Gewher a ku li Stenbolê her sal tê lidarxistin îsal dîsa bi eleqeyeke balkêş dest pê kir. Fûara ku weke konê zêran jî tê zanîn bi beşdariya dehan companiyên zêr, gewher, xişir û zîv li Muzexaneya Leşkerî li benda meraqdaran e.


Fûara Gewher a ku ji aliyê Fûargeriya Sareks ve her sal tê lidarxistin îsal dîsa bi minasebeta roja hezkiriyan deriyên xwe vekirin. Zêdeyî 40 kompaniyên gewher, zêr, zîv û xişirên cûr be cûr standên xwe danîn û bi bihayekî kêm mazûvaniya xelkê dikin. Xişir û gewherên li fûarê bi moda û şêweyên xwe yên hemdem bang li herkesî dikin.


Organîzatorê Fûarê Gokhan Yardan ji Rûdawê re got: “Ew kompaniyên beşdar bi temamî berhemdar bixwe ne. Em hatine dawiya salê û hinardekirin bi dawî hatiye. Ew gewher jî bermahiyên hinardeyê ne û ji ber wê buhayê wan hatiye kêmkirin. Her tiştê li vir bi sertîfîka ye û bi qerentî ye. Mêvanên me yên ji hewlê jî dikarin werin û bi dilê xwe gewher bikirin.”


Di çarçoveya fûarê de zêr, zîf, pirlanta, elmas û her cûre kevirên bi qîmet û xemlên gewheran bi erzaniyeke balkêş têne firotin. Li fûarê gustîl, kolye û her cûre xişir ên ku ji destên gewherfiroşên hoste derketine, dilê beşdaran diricifînin.


Zêrfiroş Erdal Dede jî got: “Eleqeya xelkê gelekî baş e. Min buhayê hin  berhemên xwe ji 2 hezar lîre daxistiye 600 lîre. Bêhtir cûrên gustîlan û gewherên ku bi elmas hatine xemilandin bala xelkê dikêşin.”


Li fûarê, ji 100 lîreyî bigire hetanî 500 hezar lîreyî, xişir û gewher têne nîşandan û firotin.


Dîzaynerê bi navê Gurkan Ozhanoglû jî wiha axivî: “Berhemên me her yek ji wan ji bo şexsekî bi taybetî hatine çêkirin. Daxwaza mişteriyên me zê de ye. Em bêhtir beşdarî fûarên derve dibin weke Amerîqa, Kanada, Dûbaî, Qatar. Em bêhtir tiştên ku li piyaseyê nînin bikar tînin. Gewherkarî karekî nemir e. Heta ku jin hebin dê ew jî hebe. Em jî dilê wan şa dikin.”


Ew fûar weke fûareke outlet deriyên xwe vedike û gelek kampanyayên balkêş jî ji aliyê kompaniyan ve têne destpêkirin. Ji ber vê jî hin gewher ji sedî 70 erzantir têne firotin ji buhayên xwe yên normal.


Fûar wê hefteyekî berdewam bike û çaverê ye ku zêdeyî 30 hezar kes jî serdana vir bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst