Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder piştî serdana Fîgen Yuksekdagê got, “Parçebûna welat, du ala, du ziman û mijarên bi vî rengî ti caran nebûne rojeva me.”
Şandeya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku wekî Şandeya Îmraliyê jî tê binavkirin, îro çû Girtîgeja Kandirayê ya Kocaeliyê û hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yuksekdag ziyaret kir.
Heyeta ku ji Pervîn Buldan, Ahmet Turk û Sirri Sureyya Onder pêk tê, piştî serdanê li ber girtîgehê ji rojnamegeran re axivî.
Sirri Sureyya Onder ragihand ku Fîgen Yuksekdag piştevaniya xwe ji bo vê pêvajoyê diyar nîşan da.
Bi gotina Sirri Sureyya Onder, niha li Tirkiyê hinek gotinên çewt di derbarê pêvajoyê de têne kirin ku yek ji wan ew e ku dibêjin, dê du ala hebin, an jî dê Tirkiye parçe bibe.
Onder da zanîn ku parçebûna Tirkiye, du ala, du zimanê û mijarên bi wî rengî ti caran nebûye rojeva wan.
“Plana hevdîtina bi partiyên Kurdistanî re tê amadekirin”
Li ser pirsa Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonme a “Ji niha û pê ve bernameya hevdîtinan dê çawa be? Hûn dê kengî bi partiyên Kurdistanî re bicivin û konferansa çapemeniyê kengî dê bê lidarxistin?” Sirri Sureyya Onder wiha got:
“Rojeva civînan û hevdîtinên bi partiyên Kurdistanî re ji aliyê partiyê ve tê plankirin.
Di vê demê de gotina tiştekî teqez ne rast e. Lê em di vê pêvajoyê de ti beşeke civakê nahêlin derveyî vê yekê.
“Armanc û daxwaza me ew e ku em aştiyê ava bikin”
Armanc û daxwaza me ew e ku em aştiyê ava bikin û bila guma ti kesî nebe ku çi rêbaz herî bibandor be em dê wê bi kar bînin.
Hemû şehîd û gaziyên ku di vê pêvajoya pevçûnan de can û tenduristiya xwe ji dest dane, rûmeta welatê me ne.
Em hemû deyndarê wan in û berpirsyariyeke me ya mezin li hemberî wan heye.
Diyariya herî mezin ku em pêşkêşî wan bikin ew e ku em dawî li vê pêvajoya pevçûnan bînin û wê bi aştiyê bixemilînin.
“Em gazî û şehîdên xwe bi rehmetî bi bîr tînin”
Piştî vê yekê, alîkarîkirina ji bo kesên dijîn û piştgirîkirina mirovên kesên ku canê xwe ji dest daye deynê me hemûyan e.”
Sirri Sureyya Onder diyar kir ku ew bi awayekî cidî û dilsoz tevdigerin û wiha domand:
“Ji ber ku herî zêde bandor li me dibe û em in yên ku herî zêde bedelên giran didin û êş û azarên dikêşin.
Em gazî û şehîdên xwe bi rehmetî bi bîr tînin û êşa wan di dilê xwe de diparêzin.
Zarokên vî welatî, heqa nakin ku mîrateya şer bigirin. Berpirsyartiya me ew e ku welatekî aştiyane radestî wan bikin.
Hiştina welatekî aştiyane ji zarokan re, pêdiviyeke mirovbûnê, wijdanî û berpirsyariyê ye.
“Nîqaşên spekulatîf çêdibin”
Di vê pêvajoyê de nîqaşên spekulatîf çêdibin. Bawer bikin ku ev ziman bi qasî çekan zererê dide.
Mijarên mîna parçebûna welatî, du al, du ziman ti carî di rojeva me de nebûn, ne hatin gotûbêjkirin û ne jî îşaret pê hat kirin. Armanca me ya tekane avakirina aştiyê ye.
Em amade ne bi her kesê ku dixwaze ramanên xwe biguherîne yan gumanên xwe ji holê rake re rûnin, pêvajoyê şirove bikin û guhdariya pêşniyar, rexne û hişyariyên wan bikin.”
“Du kilîtên pêvajoyê hene”
Onder diyar kir ku ew hem wek partî û hem jî wek şande ji hemû aliyan dixwazin ku xwe ji zimanê zererê dide pêvajoyê dûrxin û got:
“Du kilîtên pêvajoyê hene, cidiye û dilsozî. Mafê me heye ku em vê ji her kesî bixwazin.
Ji ber ku ev pirsgirêk ne ya kesekî û ne jî ya komekê ye, ev pirsgirêka hemû welat e.
Bi taybetî jî ya zarokên me ye. Ji ber vê yekê em ji her kesî beşdariyeke erênî dixwazin.
Em dê zimanê xwe neguherînin. Em dê heta li hemberî kesên ku zimanekî êrişker bi kar tînin jî dilsoziya xwe biparêzin.
“Wijdana xelkê her tim rêya rast nîşan dide”
Wijdana xelkê her tim rêya rast nîşan dide û em jî guh didin daxwaza aştiyê ya xelkê.
Em nêzîkî hefteyekê ye li qadê ne û em dibînin ku xelk ji me re dibêje divê em ji bo aştiyê çi qasî zû tevbigerin.
Lê divê ji kesên ku dixwazin kevokên aştiyê bikujin û kesên ku hêviya xwe bi mirinê ve girê didin re rê neyê dayîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse