Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Refîk Eren piştî 30 salan ji girtîgeha li bajarê Rîzeyê yê Tirkiyê hat berdan.
Refîk Erenê 57 salî sala 1995an li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê hatibû desteserkririn.
Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Amedê bi hinceta “Xirakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê” cezaya heta hetayê li Refîk Eren birîbû.
Eren di dema girtîbûna xwe de li girtîgehên Sêrt, Çewlîg, Mûş, Şirnex, Trabzon, Agirî û Rîzeyê ma.
Girtiyê Kurd piştî 30 salan îro ji girtîgeha navçeya Kalkanderayê ya Rîzeyê hat berdan.
Malbata Refîk Eren, birêvebir û endamên şaxa Artvînê yên DEM Partiyê li ber deriyê girtîgehê Refîk Eren pêşwazî kir.
Eren piştî pêşwaziyê li gel malbat û kesûkarên xwe ber bi parêzgeha Sêrtê ve bi rê ket.
30 yılın ardından özgür adımlar ve aileyle kavuşma geçmiş olsun #RefikEren@DEMGenelMerkezi pic.twitter.com/XJSWBdBNOl
— DEMPartiArtvin (@hdpartvin) January 12, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse