Muftiyê ku keça 12 salî tacîz kir hat girtin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Qesra Şîrîn Kirmaşan Ciwan Winda Eskîşehîr Muftî Tacîz Îshak Yilidirim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Eskîşehîrê yê Tirkiyeyê muftiyek bi tohmeta destdirêjî û tacîzkirina keçeke 12 salî hat girtin.

Li gorî zanyariyan, li navçeya Seyîtgaziyê ya Eskîşehîrê muftiyê bi navê Îshak Yilidirim ku li dibistaneke Îmam Hatîbê ya li navçeyê beşdarî dersên olî dibû, nameyên zayendî ji xwendekara 12 salî N.Ayê şandin.

Xwendekara 12 salî li ser vê yekê li gel malbata xwe çû birêvebiriya ewlehiyê û derbarê mijarê de gilî kir.

Keça 12 di îfadeya xwe de ji polîsan re diyar kir  ku muftî li ser Instagramê nameyên zayendî ji wê re şandine û got:

"Piştre berdewam name şandin û min guman jê kir. Min jê re got mamoste hûn gelek nameyan ji min re dişînin.

"Hesabê xwe girt"

Eger armanca we tiştek e bibêjin. Wî jî ji min re got belê ez gelekî ji te hez dikim."

Keça navborî her wiha got: "Min ji Îshak Yildirim re got ez dê giliyê te bikim.

Wî jî ji min re got vî tiştî neke, ez dê hesabê xwe bigirim û careke din te aciz nakim.

Piştre hesabê xwe girt. Ji ber ku ez tacîz kirime ez derabrê Îshak Yildirim de gilî dikim."

Gef lê xwar

Îshak Yilidirim her wiha gef li N.Ayê jî xwarine ku nabe derbarê nameyên ku wî şandine de ji kesekê re biaxive û vê rewşê ji wan re bibêje.

Li ser giliya keça 12 salî muftî hat desteserkirin û ji bo dagdehê hat şandin lê li dadgehê bi mercê kontrola dadî hat berdan.

Dîsa hat girtin

Belavbûna nûçeyê û biryara dadgehê karvedan li pey xwe anîn.

Piştre malbata keça 12 salî îtîrazî biryarê kir.

Li ser îtîraza malbatê muftiyê navçeyê Îshak Yildirim 11ê Kanûna Paşîn a 2025an careke din  bi tohmeta destdirêjî û tacîzkirina  N.A.ya 12 salî hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst