Bi çekê gule li hevjîna xwe reşandin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Daricayê ya parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê kesekî piştî nîqaşê hevjîna xwe bi çekê kuşt.
Li kolana Erayê ya taxa Nenehatûnê ya Daricayê ya Kocaeliyê di navbera Şener A. (60) û hevjîna wî Hazal A. (60) de nîqaş derket.
Di dema nîqaşê de Şener A. bi çekê gule li hevjîna xwe reşandin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê diyar kir ku Hazal A. miriye û wan termê wê bir morgê.
Hazal A. dayîka 5 zarokan bû.
Gumanbarê ku reviyabû pişt re teslîmî polîsan bû.
Piştî karên li birêvebiriya polîsan Şener A. sewqî Dadgeha Gebzeyê hat kirin û hat girtin.