Beştaş: Li Tirkiyeyê zarok winda nabin tên revandin

12-01-2024
RÛDAW
Nîşan Meral Daniş Beştaş Zarokên Winda Zarokên Erdhejê Jeffrey Epstein Mahînûr Ozdemîr Goktaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê li ser mijara zarokên windayî got, “Zarokên di erdhejan û di şeran de winda dibin di destê qaçaxçiyên mirovan de ne.”

Serokwekîla DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê doh li ser medyaya civakî derbarê mijara "zarokên winda" de peyamek belav kir û ragihand ku wan ev mijar ji Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê pirsîne.

“Çima heta niha zarokên winda nehatine dîtin?”

Beştaşê di peyama xwe de got, “Zarokên di erdhej û di şeran de winda dibin di destê qaçaxçiyên mirovan de ne.

Dibêjin `Me bi dehan çete hilweşandin` lê çima heta niha zarokên winda nehatine dîtin?

Çima hîn zarok tên revandin? Çawa rê bi pasaportên sexte tê dayîn?

Zarok ne winda ne. Ji aliyê hinekan ve tên revandin, tên îstîsmarkirin.

Hinek ji vê yekê dewlemend dibin. Hinek jî temaşe dikin û bêdeng dimînin û dibe ku ew rê didin vê yekê.”

“Em dê mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin”

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê Mahînûr Ozdemîr Goktaşê derbarê îdiayên mexdûrên erdhejê yên winda got:

“Ez dixwazim careke din destnîşan bikim ku ji hezar û 912 zarokan, zarokek jî winda nebûye.

Nasnameyên van zarokan ji aliyê saziyên pêwendîdar ên dewletê ve hatin eşkerekirin.

Divê keda xebatkarên me ya ku bi şev û roj didin neyê piştguhkirin.

Em dê li dijî tewanên neheq mafên xwe yên qanûnî heta dawî bi kar bînin.”

Piştî ku dosyaya milyarderê Amerîkî Jeffrey Epstein eşkere bû, îdiayên derbarê zarokên di erdheja 1999 û 6ê Sibata 2023yan de winda bûne, careke din bûn rojev.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst