Çavuşoglu: Dibe ku destpêka Sibatê ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê civîn pêk bê

12-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand dibe ku hevdîtina sêalî ya di navbera wezîrên derve yên Tirkiye, Rûsya û Sûriyê de di destpêka meha Sibatê de pêk bê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro Pêncşemê 12ê Çileya 2023an di vegera geşta xwe ji Ruandayê de derbarê mijarên di rojevê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Ev demeke Tirkiye hewl dide peywendiyên xwe ligel Sûriyê asayî bike û piştî civîna sêalî ya wezîrên berevaniyê û berpirsên îstixbaratî yên Rûsya, Sûriye û Tirkiyê di 28ê Kanûna 2022an li Moskowa paytexta Rûsyayê, biryar e wezîrên derve yên hersê welatan civîneke din a sêalî pêk bînin.

Di beşek ji medyayên Tirkiye û cîhanê de hatibû ragihandin ku dibe ev civîn heftiya bê pêk bê, lê Mevlut Çavuşoglu di bersiva pirseke li ser wê civînê de ragihand zanyariyên li ser civîna heftiya bê ne rast in û dibe ku ew civîn di destpêka Sibata 2023an de pêk bê.

Çavuşglu diyar kir ku wan li ser dema civînê hinek pêşniyar dane Rûsyayê û tekez kir ku ew dê wê civîna sêalî ya di navbera Wezîrên Derve yên Rûsya, Sûriye û Tirkiyê de di demên pêş de pêkbînin.

Çavuşoglu wiha got: “Ji bo heftiya pêşiya me hinek pêşniyarên demê hatine, lê  me gotiye ev dem ligel bernameyên me nagunce û em li ser demên nû kar dikin. Ji bo hevdîtinê hîn demek eşkere nîne, lê em dê vê civîna sêalî di demek herî nêzîk de pêk bînin. Dibe ku di destpêka Sibatê de be. Me jî li ser dem hinek pêşniyar dan Rûsyayê û em li ser kar dikin. Lê li ser egera hevdîtineke bo heftiya pêş hinek zanyarî belav bûn, ev ne rast in. Lê ev jî rastiyeke em dê civîna sêalî di demên pêş de pêk bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst