Ji Demirtaş bo Erdogan peyam

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û siyasetvanê Kurd Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê bang li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û got: “Xelkê biryara xwe daye, ev mijar qediya ye. Xelkê te xêz kiriye.”

Her ku hilbijartin nêzîk dibe parvekirinên Selahattin Demirtaş ên derbarê hilbijartinan de jî li ser torên civakî zêde dibin.

Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê bang li Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê, Recep Tayyip Erdogan kir û got: “Xelkê biryara xwe daye, ev mijar qediya ye. Xelkê te xêz kiriye. To be or not to be Erdogan (bûn an nebûn Erdogan). Were ser kursî em bibinîn.”

Demirtaş got: “Dê nîqaşên rojên dawî diyar bikin, ku di pusulaya dengdanê de kîjan bijarde bêne pêş me. Tekane tişta tekez bûye niha ev e; Em dê hemû bi hev re ji vê desthilata zilimkar xilas bibin, kesek nikare vê yekê biguhere. Çima? Ji ber ku Xelkê biryara xwe daye, ev mijar qediya ye.”

Hevserokê berê yê HDPê ku li girtîgeha Edîrneyê girtî ye, di berdewamiya peyama xwe de dibêje: “Erdogan! Em hemû lîstikên te yên gemarî û xefikên ku te danîne dizanin. Lê em rê nadin ku tu heyameke din îşkenceyê li xelkê me bikî.”