Li Tirkiyê ev nîqaş mezin dibe; Gelo Erdogan dikare bibe berbijêr?

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartineke çarenivîssaz li pêşiya Tirkiyê ye. Lê berbijêriya Serokkomarê niha yê Tirkiyê bo caram sêyem di wan hilbijartinan de cihê nîqaşê ye. Ji ber ku li gor destûra wî welatî kesek nikare 3 caran li ser hev li Tirkiyê bibe Serokkomar.

Partiya Desthilatdar AK Partî û partiya hevpeymana wê MHP dibêjin, Erdogan dikare di hilbijartinên wê carê de xwe berbijêr bike û tekez dikin ku ew yek li gor destûra welat e.

Lê belê opozisyon ne li ser heman baweriyê ye.

Berdevka Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP), Sera Kadigil dibêje, Erdogan nikare di hilbijartinên îsal de bibe berbijêr. Bi gotina Seraya Kaya, berbijêriya Erdogan di warê hiquqî de ne pêkan e.

Berdevka TÎPê, Sera Kadigil diyar kir, “Li gor ew tespîtên me kirine, bicihanîna ew yasaya hilbijartinê ku AKPê û MHPê guhertiye û hem jî pêkanîna hilbijartineke ku Erdogan berbijêr be di warê yasayî de ne pêkan e.”

Erdogan yekem car berî guhertina sîstema rêveberiya Tirkiyê, di sîstema hikûmeta parlamenteriyê sala 2014an wek Serokomarê Tirkiyê hat hilbijartin.  

Bo cara duyem jî piştî guhertina sîstemê bo hikûmeta serokomariyê sala 2018an bibû Serokkomarê Tirkiyê.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê berbijêriya Erdogan a vê carê jî di çarçoveya destûrê de dibîne.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê, Bekîr Bozdag derbarê mijarê de got, “Berbijîriya Serokkomarê me di warê yasayî û destûrê de guncav e. Li ser berbijîriya wî di warê hiquqê de ti gumanek nîne. Berbijêrî mafê destûrî yê Serokkomarê me ye.”

Bi giştpirsiya sala 2017an çend guhertin di yasaya hilbijartinên  Tirkiyê de hatin kirin.

Beşek hiqûqnasên Tirkiyê di wê bawerê de ne ku ji bo di hilbijartinên bê de hem ew guhertin bên bicihanîn û hem jî Erdogan bibe berbijêr take rê ew e ku Parlamento bê hilweşîndin û biryara hilbijartina pêşwext bê dayîn.

Beşek ji opozîsyonê jî di wê bawerê de ne, eger ev biryar bê dayîn divê herî dereng di Nîsana îsal de li Tirkiyê hilbijartin bên kirin.