Wezareta Dadê ya Tirkiyê: Em dozgerê dosyaya kuştina Tahir Elçî nas nakin

12-01-2017
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Wezareta Dadê ya Tirkiyê HDP Tahir Elçî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê li ser kuştina Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî di bersiva HDPê de got, ew dozgerê ku doza kuştina Tahîr Elçî dişopîne nas nakin.

 

Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP), derbarê çarenivîsa dosyaya kuştina Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî de, daxwaza zanyariyên û aşkerekirina encamên lêkolînên di vê bareyê de kiribû.

 

Wezareta Dadê ya Tirkiyê jî di bersivdayina xwe ya li ser wê mijarê de ragihandiye, li gorî rêziknameya Saziya Bilind a Dadwer û Dozgeran a Tirkiyê (HSYK) dozên herêmî bi rêya îradeya serdozgeriya komarî ya bajêran tê meşandin, lewma ew agahdarê dosyayê nînin û dozgerê wê dosyayê nas nakin.


Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê got: “Wezaret ji bo mijara Tahir Elçî nivîsên xwe didomîne û dema agahî ji serdozgeriya Amedê hatin wergirtin, dê bersivên berfireh werin dayîn.”

 

Cîgira Hevseroka Giştî ya HDPê, Meral Daniş Beştaş derbarê lêpirsîna doza kuştina Elçî de ku li Amedê tê meşandin, bi daxwaza bersivdayîna Serokwêzîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim pirsek radestî serokatiya parlamentoya Tirkiyê kiribû.

 

Beştaş di pirsa xwe de gotibû: “Kujerên Elçî ji kuştina wî û pê de hêj nehatine dîtin û ti gumanbarek nehatiye diyarkirin, herwiha di dosyeya dozê de jî ti pêşveçûn nîne. Gelo li pişt vê nediyarkirinê îradeya siyasî heye yan na. Dozgerê ku doza Elçî dişopîne li ser kar e yan na?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst