MHP: Bila girtiyên nexweş bên berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê MHPyê Fetî Yildiz ragihand ku divê cezayê girtiyên nexweş û kal û pîr bê paşxistin û bên berdan.
Alîkarê Serok û Berpirsê Karên Hiqûq û Hilbijartinê yê MHPyê Fetî Yildiz îro li Parlamentoya Tirkiyeyê li civîna ji bo gotûbêjên budceya 2025an a hikûmetê axivî.
Yildiz di axavtina xwe de behsa girtiyên nexweş kir û got, “Cezayên nexweş û kal û pîrên di girtîgehan de bêyî ku lîstikên rêxistinan bêne cih, divê herî kêm bên paşxistin û bên berdan.”
Yildiz diyar kir ku eger ji bo vê yekê pêwîstî bi guherîna yasa û destûrê hebe amade ne ku bi hev re guherînan bikin.
Di girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ji hezarî zêdetir girtiyên nexweş hene ku DEM Partî demeke dirêj e dixwaze ew bên berdan.