Îdiaya plana kuştina Umit Ozdag û berteka hikûmeta Tirkiyê

11-12-2022
RÛDAW
Nîşan Partiya Zafer Umit Ozdag Suleyman Soylu Teror Kuştin MÎT
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag îdia kir ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ji bo kuştina wî grûp ava kirine û got, wan agahiyên derbarê wê yekê de dane MÎTê. Li bermaber wê îdiayê, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, ti agahiyên îstîxbaratî derbarê kuştina Umit Ozdag de tune ne.

Umit Ozdag di civîneke çapemeniyê de li avahiya Parlamentoya Tirkiyê got, ji bîrokratên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê kesekî pêwendî bi wî re kiriye û ew agahdar kiriye ku ji bo kuştina wî planek tê amadekirin.

Serokê Partiya Zaferê destnîşan kir, “Di 12.09. 2022ê kesekî payebilind ji bîrokratên di Wezareta Navxwe de, bi min re pêwendî danî û got, Suleyman Soylu du grûp ava kirin ji bo ku li dijî te û Sedat Peker çalakiyên sûîqestê pêk bînin. Di 16.09.2022ê kesek din ku ji Manîsa hatibû Enqerê dawetê bi telefonê ji min re got, ew li Navenda Ewlekariyê bûye şahidê axaftina di navbera çend kesan de ku li dijî Umit Ozdag amadekariyên sûîqastê tên kirin.”

Umit Ozdag îdia kir, wan bi nameyekê ew agahî dane saziya îstixbarata Tirkiyê MITê, lê Serokê MÎTê Hakan Fîdan li cihê ku derbarê wan agahiyan de lêkolînê bide destpêkirin, name ji wezîrê navxwe re şandiye û ew ji wan agahiyan agahdar kiriye.

Serokê Partiya Zaferê diyar kir, wan heta niha raya giştî ji rewşê agahdar nekiribû ji ber ku wan rayedarên pêwendîdar agahdar kiribûn û got, “Ev name ji aliyê Hakan Fîdan ve ji Suleyman Soylu re hatiye şandin. Ev ketina dewletê ye. Di dewletê de protokol hene. hûn nikarin eşkere bikin.”

Ozdag herwiha îdia kir “kesên ku li Enqerê di operasyona dijî rêxistina terorê de hatin desteserkirin, ewil ji bo kuştina wî hatin wezîfedarkirin, lê paşê ji ber ku hewla sûîqestê hat terikandin operasyon li ser van kesan hat kirin.”

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bertek nîşan da

Têkildarî îdiayan, Alîkarê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Îsmaîl Çataklî got, “Agahiyên îstîxbaratê yên derbarê kuştina wî de tune ye.”

Çataklî di daxuyaniyekê de li ser Twitterê got: “Kesê ku tê zanîn îftîra û derewa ku ev demeke dirêj e berdewam dike, ji rojeva îro sûd werdigire, Ji bo ku xwe nîşan bide, bi awayekî ku ne li gorî rûmeta Meclîsê bû, îfade kir.”

Alîkarê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê got, “Agahiyên îstixbaratê tune ku ew dê bê kuştin. Piştî ku kesê eleqedar îdiaya xwe ji Serokatiya Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) re şand, Serokatiya MÎTê jî îdia şand Wezareta me. Wezareta me hem ji bo pêwîstiya lêkolînkirina îdiayê hem jî ji bo rêkarên pêwîst li bermaber îftirayên kesê eleqedar serî li Serdozgeriya Komarê da. Tevgera ku ji dozgerek mêrxas tê hêvîkirin ew e ku bi kesên ku behsa wan dike re biçe dozgeriyê.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst