Li Parlamentoya Tirkiyê daxwaza îstîfaya Soylu hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlementerên Tirkiyê daxwaza dest ji karberdana Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dikin, piştî rexneyên ku ji wezareta wî hatin girtin. Soylu partiyên opozisyonê bi kesên ser bi Amerîka tometbar dike û gotiye, ew bi ser nakevin. Piştre wan wêneyên Soylu li gel kesên tawanbar avêtin ser kursiya wî û daxwaza dest ji kar kişandina wî kirin.

“Hûn zarokên Amerikayê ne. Hûn hemû zarokên Amerikayê ne û hûn bisernakevin” ev gotinên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bûn bo hemû partiyên opozîsyona wî welatî ku rexne li kiryarên wezaretê girtin.

Piştî wan gotinan parlamenteran wêneyên Soylu yên ligel kesên sucdar avêtin ser kursiya parlamentoyê û bi yekdengî daxwaza îstîfaya wî kirin.

Soylu careke din parlamenterên HDPê kirin armanc û HDP bi dijminatiya Kurdan sucdar kir.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu got: “Wiha bê suc li min nenêrin. Em dizanin hûn çawa zarokan direvînin çiya û dayikên wan jî ji we çiqasî nefretê dikin. Remziye Tosun ku li vê derê çarîka xwe avêt erdê kadroya PKKê ye ku endaman bo wan dişîne. Bi fermî di belgeyên dewletê de ev yek heye.”

Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş jî bersiva Soylu da û got, bifikirin wezîrekî navxwe yê Tirkiyê heye ku her car li beramber hemû partiyan bi nefret diaxive.

Beştaş got: “Ma qey dibe wezîrê navxwe wiha be. Berpirsiyartiya wî avakirina ewlekariyê ye, avakirina aştiya navxwe ye. Daxwaza me ji we ew e hun wezîrtiyê bikin. Lê hûn çi dikin, min û Remzîye Tosun hema li ser piyan sucdar dikin. Hûn li ser navê dayikan diaxivin lê ma hûn dizanin dayik çi dibêjin. Dayik dibêjin dijminê herî mezin ê Kurdan Suleyman e.”

Ev di demekê de ye ku hemû partiyên opozîsyona Tirkiyê Wezîrê Navxwe yê wî welatî bi hevkarîkirina sucdaran tohmetbar dikin û wek delîl jî kiryar û wêneyên wan kesan ên ligel Soylu pêşan didin.

 Parlamentera CHPê Gamze Taşçier jî got: “Ez napirsim ku ligel Weqfa Hîranûr wêneyê kîjan wezîrî heye. Wek hûn texmîn dikin ê fotoroman Suleyman ligel vê weqfê heye.”

Civîn û gotûbêjên li ser budçeya sala 2023an a Tirkiyê li parlamentoya wî welatî berdewam in. Lê doh nîqaşên parlamenteran herî zêde li ser budçeya Wezareta Navxwe û Malbatê bûn ku di dema dawî de îstîsmara cînsî ya zarokan bûye rojeva Tirkiyê.