Tirkiyê li Deryaya Egeyê 98 koçber desteser kirin

11-12-2022
RÛDAW
Nîşan Koçberî Tirkiye Yunanistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandehiya Ewlehiya Peravê ya Tirkiyê ragihand, li navçeya Dikili ya ser bi Îzmirê ve 98 koçber hatin desteserkirin ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Yunanistanê ve neçarî vegerandina nav Tirkiyê hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê, sibeha 10ê Berfanbara 2022an, radara gerok a Fermandariya Koma Marmara ya Rojava ya Hêzên Ewlekariya Peravê ya Tirkiyê, li peravên Dikili û Çeşmeyê 3 belemên lastîkî yên ku koçber tê de bûn hatine dîtin.

Tîmên berevaniya peravê 98 koçber li ser sê beleman girtin ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Yunanistanê ve neçarî vegerandina nav Tirkiyê hatine kirin.

Piştî rêkarên yasayî û lêkolînên pêwîst ên pizîşkî, koçber radestî Rêveberiya Koç û Koçberan a bajarokê Çeşmeyê hatin kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di 7ê Berfanbara 2022an de vîdeoyek belav kir û tê îdiakirin ku koçberên ku ji aliyê Yunanistanê ve bi zorê ji Deryaya Egeyê vedigerin nav avên Tirkiyê. Wezaretê got, “Hêzên deryayî yên Yunanistanê koçberan bi zorê vedigerînine avên Tirkiyê, zirarê didine keştiyên wan û heger belem plastîk bin qul dikin.”

Fermandehiya Ewlehiya Peravê ya Tirkiyê amarên koçberên ku di 10 mehên îsal de hewl dane ji Deryaya Egeyê derbasî Yunanistanê û Ewropayê bibin eşkere kir.

Li gorî amaran, tîmên fermandeyê 75 hezar û 785 dewriyeyên lêgerîn û rizgarkirinê yên berdewam kirine, 27 hezar û 98 koçber li derya û beravan girtine û 305 koçberên birîndar jî derman kirine.

38 koçberên ku hewl dane derbas bibin xeniqîne. Herî zêde di meha Îlonê de 22 koçber û 6 jî di meha Cotmehê de xeniqîne. Par 11 koçber di deryayê de xeniqîne.

Her wiha di 10 mehên îsal de 277 qaçaxçî hatin girtin. Par 80 qaçaxçiyan hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst