Parlamenterê CHPê: Di sala 2021an de zêdeyî 13 hezar zarokên keç hatine zewicandin

11-12-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Zewaca Zarokan Alî Şeker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPê Ali Şeker li Parlamentoya Tirkiyê di gotûbêjên li ser Budceya Wezareta Malbatê de diyar kir ku wezaret karê xwe nake û bi taybetî pirsgirêka zewaca zarokan li Tirkiyê berdewam e û got “Di sala 2021an de zêdeyî 13 hezar zarokên keç hatine zewicandin.”

Civîn û gotûbêjên li ser budceya sala 2023an a Tirkiyê li Encûmena Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê roja Şemiyê 10ê Kanûna 2022an berdewam bûn. Budceya Wezareta Navxwe û Wezareta Malbatê hat gotûbêjkirin.

Parlamenterê CHPê Ali Şeker di axaftina xwe de diyar kir ku li Tirkiyê rewşa zarokan di her alî de her diçe ne baş dibe û tedbîrên pêwîst nayên wergirtin. Şeker amaje bi wê yekê da ku zewicandina zarokan berdewam e û desthilat ji bo rê li vê yekê bigre ti gavek neavêtiye.

Ali Şeker dibêje “Di sala 2021an de 13 hezar û 139 zarokên keç hatine zewicandin û 7 hezar û 190ê wan bûne dayîk. 117ê van zarokan temenê wan di bin 15 saliyê de ye. Nizanim wîjdanê we çawa qebûl dike lê 4 ji wan jî berî bibin 15 salî zaroka duyemîn ji wan re çêbûye. Kî/kê berpirsiyartiya xwe pêk neaniye ku ev zarok cara duyemîn bûne dayîk.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst