Hikûmeta Tirkiyê: Serê tîr PKKê nîşan dide

11-12-2016
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Stenbol Teqîn
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Cigirê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş, derbarê teqînên li Stenbolê de got ku delîlên destpêkê yên bûyerê PKKê nîşan didin.

 

Numan Kurtulmuş ji televîzyona CNN re axivî û got; “Mirov nikare misoger biaxive lê dema mirov li otomobîlê meyze dike, serê tîrê PKKê nîşan dide. Ji xwe dema zelal bû, emê ji rayagiştî re ragihînin. Diyare ku senaryoyek amadekirî ye.”

 

Kurtulmuş da zanîn, ku herî kêm 300-400 kîlo teqemenî hatiye bikaranîn û diyar kir, “Li cihê teqînê otomobîl nemaye. Diyare ku gelek teqemenî hatiye bikaranîn.”

 

Numan Kurtulmuş daxuyand, ku raste rast polîs bûne amanca êrîşê û wiha got:

 

“Piştî ku alîgirên herdu tîmên Beşiktaş û Bursasporê ji stadyumê tên derxistin, hêzên polîsên berevaniya şaristaniyê tên hedefkirin.”

 

Duh bi şev, li Parka Maçka ya nêzîkî stadyûma Vodafone Arena ya semta Beşîktaşa Stenbolê  du teqîn pêk hatibûn û di encamê de 29 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 166 kes jî birîndar bibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst