Akdogan: Mijara xweserî nehat axaftin
Navenda Nûçeyan- Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yalçin Akdogan got, di hevdîtina bi HDPê re pêkanî de mijara xweserî û efûya giştî nehatine rojevê.
Yalçin Akdogan li ser Twîtterê pêvajoya çareseriyê nirxand.
Akdogan daxuyand ku di hevdîtina ligel şanda HDPê re pêkanî de mijarên wek xweserî, efûya giştî û rêşenivîsara Îmraliyê tu carê nehatine axaftin.
Akdogan li ser Twîtterê daxuyand ku di hevdîtina bi HDPyê re mijarên rewşa giştî ya pêvajoyê hatiye nirxandin û wiha got:
"Di pêvajoyê de her çiqas nêrîn, pêşniyar û ramanên cuda hebin jî, tişta girîng ew e ku di pêvajoyê de bingeheke sereke û hevkirinek heye."
Yalçin Akdogan roja duşemê li Enqere ligel şanda HDPê ya Îmraliyê re civiyabû.
Piştî hevdîtinê parlamenterê HDPê di derbarê pakêta gotûbêjan de gotibû, “Veguhertina yasa bingehî û xweserî jî heye.