Akdogan: Mijara xweserî nehat axaftin

11-12-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan- Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yalçin Akdogan got,  di hevdîtina bi HDPê re pêkanî de mijara xweserî û efûya giştî nehatine rojevê.

Yalçin Akdogan li ser Twîtterê pêvajoya çareseriyê nirxand.

Akdogan daxuyand ku di hevdîtina ligel şanda HDPê re pêkanî de  mijarên wek xweserî, efûya giştî û rêşenivîsara Îmraliyê tu carê nehatine axaftin.

 

Akdogan li ser Twîtterê daxuyand ku di hevdîtina bi HDPyê re mijarên rewşa giştî ya pêvajoyê hatiye nirxandin û wiha got:

 "Di pêvajoyê de her çiqas nêrîn, pêşniyar û ramanên cuda hebin jî, tişta girîng ew e ku di pêvajoyê de bingeheke sereke û hevkirinek heye."

Yalçin Akdogan roja duşemê li Enqere ligel şanda HDPê ya Îmraliyê re civiyabû.

Piştî hevdîtinê parlamenterê HDPê di derbarê pakêta gotûbêjan de gotibû, “Veguhertina yasa bingehî û xweserî jî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst