Li Îzmîrê agir bi malekê ket: 5 xwîşk û bira mirin

Duh li 11:47
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Selçûkê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, agir bi malekê ket û 5 xwîşk û bira mirin.

Li gorî agahiyan, îro li Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Selçûkê, li malekê sobeya elektrîkê wergeriya û agir bi malê ket.

Li ser agahdarkirina cîranan, tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat vemirandin lê di encama agir de ji 5 xwîşk û birayan 3yan li cihê bûyerê û 2yan jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat zanîn di dema agir de Nefes Akcanli, Perî Akcanli, Akçan Akcanli, Masal Akcanli û Aras Bulut Akcanli li malê bi tenê bûn û dayîka wan a ku karên komkirina kaxez û plastîkan dike, piştî ku agir dest pê kiriye gihiştiye cihê bûyerê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst