Li Tekîrdagê ciwanekî dayika xwe kuşt û 4 kes jî birîndar kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Muratliyê ya parêzgeha Tekîrdagê ya Tirkiyeyê ciwanekî 17 salî dayika xwe kuşt û 4 endamên malbatê jî birîndar kirin.

Li gorî zanyariyan, îro li Muratliyê ciwanekî ku hatiye îdîakirin nexweşiya wî ya derûnî hebûye, bi kêrê êrişî dê û bavê xwe kiriye û piştre jî çûye mala apê xwe ku li qata jêr bû.

Li wê derê jî êrişî ap, jinap û bapîrê xwe kiriye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Hat zanîn ku êrişkar bi kêrê dayîka xwe kuştiye û bapîr, bav, ap û jinapa xwe jî birîndar kirine.

Tîmên tenduristiyê her çar kesên birîndar veguhastin nexweşxaneyê.

Êrişkar piştî bûyerêhat desteserkirin û derbarî wî kar û barên yasayî berdewam dikin.