Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê kesekî Sûriyeyî bi kêrê hat kuştin.
Bûyerê şeva borî li taxa Kozayê ya navçeya Yuregîrê rû da.
Tîmên tenduristiyê piştî ku agahî hat çûn cihê bûyerê lê wan tesbît kir ku Zekeriya Elbiraz li cihê bûyerê miriye.
Tîman cenaze ji bo kar û barên otopsiyê bir Saziya Tiba Dadî ya Edeneyê.
Hat zanîn ku pevçûnê piştî nîqaşekê rû daye û polîsan dest bi lêpirsînê kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse