Hewlêr (Rûdaw) - Başak Demîrtaşa hevjîna hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş got, “Selahattîn silavan li her kesî dike.”
Başak Demîrtaş li Stenbolê di çarçoveya Fuara Pirtûkan a TUYAPê de beşdarî roja imzeyan a pirtûka “Li Berzexê Duet” bû ku ji aliyê Selahattîn Demîrtaş û Yîgît Bener ve hatiye nivîsandin.
Başak Demîrtaş rastî eleqeyeke zêde hat û pirtûkhez li ber standa wê ketin dorê.
Dema Başak çû cihê fuarê bi çepikan hat pêşwazîkirin.
Başakê diyar kir ku ew ji cem Selahattîn Demîrtaş taş tê û got, “Ez ji Edîrneyê hatim. Selahattîn silavan li her kesî dike.”
Kesên di dorê de piştî van gotinan dirûşma “Serok Selo” bilind kir.
Başakê piştî îmzekirina pirtûkan bi pirtûkhezan re wêne jî girtin.
Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşîn a 2016an ve li bajarê Edîrneyê yê Tirkiyeyê girtî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse