Meral Daniş Beştaş: Di pêvajoya aştiyê de her du aliyan jî ji hev bawer nekir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera HEDEPê Meral Daniş Beştaşê got, “Cara yekem bû ku em ewqasî nêzîkî çareseriyê bûbûn lê nebû. Rêxistinê ji dewletê û dewletê jî ji rêxistinê bawer nekir.”

Îro 2yemîn Dibistana Aştiyê ya Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (DISA) bi sernavê “Bandora aktorên siyasî yên li ser çareserî û avakirina aştiyê” dest pê kir.

Li ser navê DISAyê Doç. Dr. Vahap Coşkun axaftina vekirinê kir û diyar kir ku ew dê bi siyasetmendaran re li ser “pêvajoya çareseriyê” lêkolînekê bikin.

Di rûniştina yekemîn a çalakiya DISAyê de Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya Erziromê Meral Daniş Beştaş axivî.

Meral Daniş Beştaşê di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku wê wekî hiqûqnas û siyasetmendar şahidiya pêvajoyên Tirkiyeyê kiriye.

“Divê em pêvajoyên çareseriyê bi hikûmetê re bimeşînin”

Meral Daniş Beştaşê bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya di navbera salên 2012 û 2015an de û got:

“Gelek caran rexneya ‘hûn çima bi AK Partiyê re li ser maseyê rûniştin?’ tê kirin. Divê em pêvajoyên çareseriyê bi hikûmet û desthilatê re bimeşînin.

Ya girîng ew bû AK Partî were ser vê maseyê. Di pêvajoya çareseriyê de, me ji Neteweyên Yekbûyî û Ewropayê bertekên erênî wergirtin.”

Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku di pêvajoyên wiha de çavên sêyem girîng in û ji bo vê mînaka “Hevdîtina Osloyê” da.

“Vîna Ocalan û Erdogan li hev hat”

Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku nasnameya Tirkiyeyê her kesî vedihewîne û got:

“Lewra li aliyê din nêzîkatiyên AK Partiyê yên ‘Kurd hene lê...’ têne pêşberî me. Di vê mijarê de ti polîtîkayeke ya aktorên siyasî yên navxweyî nîne.”

Li gorî nûçeya Bianetê, Beştaşê ragihand ku nêzîkatiya ji bo Pirsa Kurd tenê li ser esasê binesaziyê, pirsgirêka aborî û hin axaftinên ku di pêvajoya hilbijartinê de hatine bihîstin pêk nehatiye.

Beştaşê diyar kir ku pêvajoya 2012-2015an ji van nêzîkatiyan cuda bû û got, “Îradeya Ocalan û Erdogan li hev hat. Du mixetab hebûn.”

Beştaşê herwiha destnîşan kir ku aktorê sereke yê çareseriyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan e û got, “Lê belê beriya ku ev mijar bikeve bin sîwana Parlamentoya Tirkiyeyê, divê Ocalan îqna bibe.”

“Rêxistinê ji dewletê, dewletê jî ji rêxistinê bawer nekir”

Beştaşê got, wekî ku rojnameger Hasan Cemal jî şahidî kiribû, pêvajoya aştiyê ket qonaxa vekişîna derveyî sînor.

Parlamentera HEDEPê ya Erziromê Meral Daniş Beştaşê wiha berdewam kir:

“Cara yekem bû em ewqasî nêzîkî çareseriyê bûbûn lê nebû. Rêxistinê bawerî bi dewletê neanî û dewletê jî bi rêxistinê neanî.

Li gorî yasaya ku wê demê hatibû derxistin, pêwîst e kesên ku di pêvajoyê de rol lîstine neyên darizandin. Lewra ew yasa îro nederbasdar e.

Selahattin Demîrtaş, Îdrîs Baluken û Sirri Sureyya Onder, ji ber xebatên xwe yên wê demê têne darizandin.”

Beştaşê bal kişand ser bidawîbûna pêvajoyê û got, “Berê pêvajo xistin sarincê û paşê jî bi tevahî qedandin. Dema ku mixalefet beşdarî vê pêvajoyê nebû, hikûmet carinan pêş ket û carinan jî rawestiya.”

“Eger Erdogan bixwaze dê şer biqede”

Beştaşê destnîşan kir ku gotinên CHPyê yên wekî “We Salih Muslim neanî parlamentoyê? We ji Ocalan re filan tişt negot?” berdewam dikin.

Beştaşê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman:

“Eger Erdogan bixwaze, dê di nava hefteyekê de şer biqede. Dê di nava hefteyekê de atmosfer biguhere. Rola siyasetê ewqasî afrîner e.”

Di rûniştina 2yemîn de Parlamenterê Partiya Paşerojê yê Bursayê Kanî Torun û di rûniştina 3yemîn de jî Parlamenterê Amede yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu dê pêşkêşiyê bikin.

Çalakiya duyemîn a bernameyê dê roja Şemiyê 18ê Çiriya Paşînê bê lidarxistin.