Elektrîka 41 hezar kesên ku nikaribûn deynê xwe bidin hat qutkirin

11-11-2023
RÛDAW
Nîşan Qutkirina Elektrîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 6 mehan de elektrîka zêdetirî 41 hezar kesên ku deynên wan hebûn hat qutkirin.

Li gorî amarên Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê, di 6 mehên îsal de elektrîka 41 hezar û 64 welatiyan ji ber deynan hatiye qutkirin.

Ji wan 26 hezar esnaf û 2 hezar û 700 cotkar in.

Parlamentera CHPyê ya Enqereyê Aliye Tîmîsî Erseverê ji Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê hejmara kesên ku di 3 salên dawî de ji ber ku nikarin deynê xwe bidin elektrîka wan hatiye qutkirin pirsî.

Wezaretê di bersiva xwe de li şûna ku hejmara rasterast bide, rêjeya aboneyên ku ji ber deynan elektrîka wan hatiye qutkirin belav kir.

Wezaretê di lîsteya xwe de “rêjeya aboneyên ku elektrîka wan ji ber deynan qut bûye bi tevahiya aboneyan re” da lê behsa hejmara aboneyan nekir.

Ersevera CHPyî ya ku hejmara aboneyan bi xwe bi belgeyên fermî hesab kir, lîsteya aboneyên ku di 2,5 salên dawî de elektrîka wan hatiye qutkirin amade kir.

Li gorî hesabê hat diyarkirin ku sala 2021ê elektrîka 315 hezar, sala 2022yan 170 hezar û di 6 mehên destpêkê yên îsal de jî 41 hezar xaniyan hatiye qutkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst