Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê li ser Dadgeha Destûrê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê ragihand ku Dadgeha Destûra Bingehîn bi biryara xwe ya li ser Parlamenterê girtî yê TÎPê hiqûqê ber bi kaosê ve dibe.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê 25ê Çiriya Pêşînê li ser Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay biryar dabû ku mafên wî yên “hilbijartin, çalakiyên siyasî, azadî û ewlehiyê” hatine binpêkirin.

Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay ji Doza Parka Geziyê girtî ye û 18 sal ceza lê hatiye birîn.

Daîreya 3emîn a Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê roja Çarşemê ew biryar nas nekir û li ser endamên Dadgeha Destûrê lêpirsîn da destpêkirin û gilî tomar kir.

Herwiha ji bo bidawîanîna parlamenteriya Atalay jî agahdarî ji Parlamentoya Tirkiyeyê re şand.

Derbeyeke li dijî parlamento û Destûra Bingehîn

Ev mijar çend roj in rojeveke sereke ya siyaseta Tirkiyeyê ye û opozîsyon û beşeke zêde ya baro û hiqûqnasan weke derbeyeke li dijî parlamento û Destûra Bingehîn bi nav dikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî roja Çarşemê rexne li Dadgeha Destûrê kir û piştgiriya biryara Dadgeha Bilind (Yargitay) a li ser Can Atalay kir.

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê jî piştî gotinên Erdogan 10ê mehê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Dadgeha navborî di daxuyaniya xwe de ameje bi wê yekê da ku Dadgeha Destûrê car bi car sînorê xwe yê destûrî û yasayî derbas dike û got:

“Dadgeha Destûrê car bi car di lêkolînên xwe yên li ser serlêdanên takekesî sînorên destûrî û yasayî derbas dike, nêrînên ku di daîreyên pispor ên Şûraya Dewletê de hatine amadekirin berovajî dike.

Biryarên wê yên ku sîstema hiqûqê ber bi kaosê ve dibe jî dibin sedem bandora hikimê teqez nemîne û ji kar bikeve.”

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê îdia kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn pêbendê Destûra Bingehîn nabe û anî ziman:

“Dadgeha Destûra Bingehîn ne meqamekî karbidest e ku dozan ji nû ve lêkolîn bike.

Parastina maf û azadiyên bingehîn ne tenê erkê Dadgeha Destûrê, erkê hemû organên darazê ye.”

Di dîroka Komara Tirkiyeyê de cara yekem e biryareke Dadgeha Destûrê ji aliyê dadgehekê ve hat redkirin û li ser endamên Dadgeha Destûrê gilî hat tomarkirin.

Ev biryar ne tenê di nav opozîsyonê de lê di nav beşek ji kesayetiyên AK Partiyê bixwe de jî bûye sedema nerazîbûn û rexneyan.

“Divê qet nebûya”

Alîkarê Serokê AK Partiyê Hayati Yazici jî li ser hesabê xwe yê medya civakî rexne li biryara dadgehê kir û got:

“Bûyerên wisa diqewimin ku ji bo analîza wan mirov biaxive an neaxive dibe pirsgirêk. Bûyereke wiha qewimî ku divê qet nebûya.

Heyf, pir heyf e. Saziyên ku dewletê pêk tînin pirsgirêkan çareser dikin. Qet nabin sedema pirsgirêkan. Nikarin ji hev re bibin asteng.”

Di çarçoveya Doza Geziyê de roja 25ê Nîsana 2022yan 18 sal ceza li Can Atalay hat birîn û ew heman rojê hat girtin.

Atalay di hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan de wek Parlamenterê TÎPê yê Hatayê hat hilbijartin û tevî ku mafê parêzbendiyê bi dest xistiye nehat berdan.