Li Enqerê termê pênc koçberên Efxan hatin dîtin

11-11-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li Enqerê termê pênc koçberên Efxan hatin dîtin
Li Enqerê termê pênc koçberên Efxan hatin dîtin
Nîşan Koçberên Efxan Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Altindag ya Enqerê di malekê de termê 5 koçberên efxanî hatine ditîn ku li gorî rapora dozgeriya Enqerê her 5 Efxanî nêzîkî hefteyek beriya niha bi kêran hatine kuştin. Seroka komeleya Efxaniya Zakîra Hikmet jî ji Rûdawê re aşkere kir ku kesekî efxanî peywendî bi wan re kiriye û gotiye ku 5 hevalên wan bêsûrûşûn bûne. Bi gotina xelkê taxê di wan rojên dawî de li taxa wan çi tevgerên neasayî çênebûne.

Hemwelatyek got “Min li vir qelabalixa polîsan dît, ez nêzîkî vir rûdinêm. Em hatin cihê bûyerê me bihîst ku çend kesên bêyanî hatine kuştin. Paşî me li televizyonan bihîst.”

Seroka Komelaya Efxaniyan dibêje "koçberekî ji herêma Kunduz ya Efxanistanê peywendî bi me re kir û got 5 hevalên me dema ji bo kar diçin navçeya sincanê rêya wan ji aliyê dizan ve hatiye girtin û piştî vê buyerê haya me ji hevalên me nemaye" lê di derbarê buyerê de heta niha çi kes nehatiye girtin.

Hemwelatî anî ziman “Serê êvarî ez ji vir derbas bûm derdora seat 08:00ê êvarî bû qelabalixeke zêde hebû. gotin ku li hundir qetlîam hatiye kirin 5 kes hatine kuştin, tedbîrên ewlekariyê hebûn, zêdetir em tiştekî nizanin.”

Hemwelatî Herkes tiştekî dibêje lê Hindek tişt têne guhê me, tiştên nexweş, behsa qaçaxçiya tê kirin, qaçaxçî tên û wan dibin deverên din yên Tirkiyê.”

Li gorî agahiyan 2 ji wan koçberên efxanî şivanî dikirin, 2 koçberan li çapxaneyekê koçberekî jî li nanbêjekê kar dikir. Termê 5 koçberên Efxanî bo bizijkê dadî hatine veguhastin û heta niha nasnameya wan jî nehatiye aşkere kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst