Yoneylem: Hevpeymaniya Millet bi 5.2 pûanan ketiye pêş

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê ji dengdêran hat pirsîn, "Eger vê Yekşemê hilbijartinek çêbibe, hûn dê dengê xwe bidin kê?" AKP ji sedî 31,8, CHP ji sedî 30,3, ÎYÎ Partî ji sedî 13,1, MHP ji sedî 6,4. Bi vê jî Hevpeymaniya Millet bi 5.2 pûanan ketiye pêş Hevpeymaniya Cumhur. Herwiha pirsgirêka herî girîng a ku gel dixwaze bê çareserkirin jî hejarî ye.

Kompanya Lêkolînan a Yoneylem, encamên lêkolîna xwe ya dawî ji raya giştî re eşkere kir.

Rapirsî di navbera 27 ê Cotmehê û 3ê Mijdarê de hatiye kirin û li 27 bajaran bi 2 hezar kesan re hevdîtin hatiye kirin.

Li gorî encamên lêkolîna bi navê "panela siyasetê ya Tirkiyê"; AKP dengên xwe winda dike. Piştgiriya ji bo CHPê zêde dibe.

Ji beşdaran hatiye pirsîn, "Eger vê yekşemê hilbijartinek çêbibe, hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?"

Dema bêbiryar û ên ku dibêjin deng nadin tên cudakirin, rêjeya dengên partiyan wiha ye:

AKP: %31.8

CHP: %30.3

ÎYÎ Partî: %13.1

HDP: %10.6

MHP: %6.4

DEVA: %1.2

Jinûve Partiya Refahê: %1.1

Seadet: %0.8

Partiya Pêşerojê: %0.7

TÎP: %0.7

Li gor van amaran Hevpeymaniya Millet bi 5.2 pûanan ketiye pêş Hevpeymaniya Cumhur. Dema bêbiryar ê ên dibêjin deng nadin tên cudakirin, Hevpeymaniya Millet ji sedî 43.4 û Hevpeymaniya Cumhur jî ji sedî 38.2ê dengan werdigre.

Di rapirsiyê de ligel siyasetê rewşa aborî jî ji welatiyan hatiye pirsîn. Li ser pirsa “Ji rewşa niha ya aborî ya Tirkiyê kî berpirs e? ji sedî 55.3ê welatiyan dibêjin “Erdogan, ji sedî 11 “wezîrên ekonomiyê”, ji sedî 26.1 “hêzên derve”, ji sedî 7.6 jî gotine “nizanim”. Welatî herwiha dibêjin pirsgirêkên herî girîng ku divê zû bên  çareserkirin krîza aborî û bêkarî ye.