Şaredariya Stenbolê senaryoyeke erdhejê amade kir

11-11-2020
Rawîn Stêrk
Li gor senaryoya ku hatiye amadekirin bandora wê erdhêjê ewê mezintir be ji teqîna 15 bombeyên atomî
Li gor senaryoya ku hatiye amadekirin bandora wê erdhêjê ewê mezintir be ji teqîna 15 bombeyên atomî
Nîşan Erdheja Stenbolê Ekrem Îmamoglu Şarederiya Stenbolê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Piştî erdhêja Îzmîrê erdhêja ku ji bo Stenbolê tê çaverêkirin careke din kete rojevê. Li gorî rapor û çavdêriyên cihê ên pispor û zanîngehên cûda cûda, di nava 10 salan de erdhêjeke di ser 7 pileyan re li Stenbolê diqewime.

Şaredariya Stenbolê jî bi hevkariya Resatxaneya Qadîllî ya Zankoya Bogazîçî senaryoyek amade kir. Li gor vê senaryoyê ew erdhêj du xulek nîvan berdewam dike, di encamê de derdora 14 hezar u 150 kes jiyana xwe jidest dide. Şaredarê Stenbolê daxwaza piştevaniya desthilatê ya lezgîn dike.

Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Stenbolê dibêje, “Me di nava vê hefteyê de 4 pêşnûme di derheqê erdhêjê de pêşkêşî meclîsa bajêr kirine.  Ji bo avahiyên kevn û veguhestina wan pêdivî bi xebateke mezin heye.  Ji bo fînansmana vî karî jî me pêşniyazek kiriye. Li gor daneyên serokomariyê divê 6 milyon û 750 hezar avahî bêne veguhestin. Divê sîstemek hebe ku welatî jî beşdarî proseyê bêne kirin. Divê em vê pêvajoyê weke seferberiyekê têxin rojeva xwe û divê em demildest konseyeke erdhêjê avakin bi biştgiriya hikumet û millet.”

Li gor senaryoya ku hatiye amadekirin bandora wê erdhêjê ewê mezintir be ji teqîna 15 bombeyên atomî. Herwiha di encamê de wê ji sedî 41ê avahiyên bajêr xisarê bibînin û zêdetirî 25 milyon ton kavil peyda bibe.

Li gor texmîna zanistî nêzikî 2 milyon nişteciyên bajêr bê mal û xanî dimînin û 39 hezar 650 kes birîndar dibin. Tabloya metirsîdar ji hêla pisporan ve jî tê tescîlkirin û bergiriyên lezgîn têne dubarekirin.

Halûk Eyîdogan, Pisporê Erdhêjan, diyar dike, “Hêla erdhêjê ya bakûrê Anadolê yek ji sereketirîn hêlên cîhanê ye û ji Erzinganê destpê dike ta ku digihîje Behra Marmarayê. Dirêjiya wê nêzikî hezar û 500 kêlometre ye û bi gelekî dînamîk e. Piştî xebatên dûrûdirêj eşkere ye ku erdhêjeke ji pileya 7an zêdetir li ber derî ye. Muhîm ew e da beriya erdhêjê xebatên pêwîst bêne kirin. Wê demê xisar giran nabe. Helbet li aliyê din xetereya tsûnamiyê jî he ye. Divê demildest gav bêne avêtin.

Dîsa li gor encamên senaryoya ku hatiye amade kirin ziyana malî ya erdhêjê digihîje nêzikî 120 miyar dolar.

Ji bo amadehî û veguhestinên bajêr beriya erdhêjê jî pêdivî bi derdora 103 milyar lîre heye. Di mercên heyî de ji bo erdhêjê tu amadekarî nîn in.

Şaredariya Stenbolê butçeya vê mijarê du qat û nîv zêde kiriye. Lê hîna tu gav nehatine avêtin û tenê rewşa avahiyan tê raçavkirin. Li hêla din di erdhêjeke wisa de tu cihê ku welatî lê kom bibin jî nemane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst