'El Qaîde li Tirkiyê kargehên çêkirina çek û teqemeniyan ava kiriye'

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hefteya borî li bajarê Edene yê Tirkiyê kamyonek tijî çek û cebilxane û li ser deryaya Egeyê “20 hezar klaşînkof” hat desteserkirin. Li gorî rojnameya Taraf a Tirkiyê jî girtina van çek û teqemeniyan nîşan dide ku “hinek dixwazin cebilxaneya ku ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibe, eşkere bikin.”

Nivîskarê rojnameya Tarafê yê bi navê Emre Uslu, di nivîsa xwe ya îro (11.11.2013) de bal kişandiye ser girtina cebilxane û teqemeniyên ku hefteya borî li devera Ege û Edene hatibû desteserkirin.

Emre Uslu tîne ziman ku nûçeya girtina cebilxane û teqemeniyên han di rojnameya Starê de ku “rojnameya herî nêzîkî MÎT û hikûmetê ye” bi navnîşana “Girtina cebilxaneya El Qaîdê” hatibû belavkirin û wiha dibêje, “Nûçeyên wiha dibin sedema wê ku Tirkiye bikeve rêza wan welatên ku alîkariya rêxistina terorîstî ya El Qaîdê dikin.”

Uslu di berdewamiya nivîsa xwe agahiyên hûrtir li ser cebilxane û teqemeniyên ku hatibûn girtin, dide û pêde diçe: “Destpêkê hatibû gotin ku di komyona ku li Edenê hat girtin de madeyên hişber heye lê piştî hat girtin tê de 935 topên hawanê û 10 sekoyên hawanê hat dîtin. Paşê li deryaya Egeyê hêzên ewlehiyê yên Yûnanistanê 20 hezar klaşînkof di nav gemiyekê de girtin ku kaptanê gemiyê û hemû karmendên wê tirk bûn. Li gorî kaptan, wan dixwestin herin Îskenderûnê lê di sîstema gemiyê de Lîbya û Sûriyê tê nîşandan. Li gorî medyaya Rûsî,  gemî 5 rojan li Stenbolê maye lê jêderên tirk dibêijn gemî li Stenbolê nemaye.”

Li gorî nivîskarê Tarafê, bûyerên wiha dibin sedema wê ku Tirkiye jî bikeve rêza wan welatên ku alîkariyê didin rêxistina terorîstî ya El Qaîdê.

Emre Uslu behsa daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan deheqê wê cebilxanê de jî dike ku gotibû “Komên sûrî bo çêkirina cebilxanê, qalibên xwe anîbûn Konya û Edenê lê girtina cebilxanê hestiyariya hikûmetê nîşan dide”. Li gorî Uslu, El Qaîde li Tirkiyê çek û teqemeniyan çêdike lê haya MÎTê jê nîne ji ber ku ew agahiyên ku li ser girtina kamyonê dane ji aliyê sîxorên biyanî ve hatiye dayîn û wiha didomîne: “Xudê bizane ka beriya girtina wê kamyonê çiqas kamyon çek derbasî Sûriyê bûne.”

Uslu eşkere dike ku kesê bi navê Heysem Topalca ku bi hêceta barkirina cebilxanê hatiye girtin, turkmenekî Sûriyê ye û karê wî jî qaçaxtî bûye. Lê li gorî rapora navenda lêkolînê ya bi navê ORSAMê jî, Heysem serokê koma turkmenan a bi navê El Hûwe Billa li Sûriyê ye.

di dawiyê de Uslu ji medyaya tirk dixwaze ku girtina cebilxanê li Edeneyê bixin rojeva xwe û wiha dipirse: “Çima tenê hema roja ewil behsa bûyerê kirin û paşê jî ji nişkêve bêdeng bûn?”