Tuncer Bakirhan: Serdemeke nû dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Serdemeke nû dest pê dike ku red û înkar diqedin.”

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi saziyên Qizilbaşan (Elewî) re civiyan.

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku “pergala înkarker” hilweşiyaye û li dû çû:

"Ji bo erdnîgariya me li ser maseyan sînor hatin xêzkirin û pergaleke yekperest a înkarker hat avakirin.

Êdî ev sîstem hilweşiyaye û yên ku sîstem afirand jî vê yekê baş dibînin.

Sedema ku Rojhilata Navîn di vê rewşê de ye ev zihniyet e.

Êdî derfeta van rejîman nemaye ku li ser pêyan bimînin.”

“Serdemeke nû dest pê dike”

Bakirhan amaje pê kir “Pergal ji nû ve tê avakirin” û got:

“Êdî feraseta mêtingeriya klasîk tune. Pêvajoyek hatiye ku mafdar û xwedîhêz û berxwedêr dikarin mafên xwe bistînin.

Serdemeke nû dest pê dike ku red û înkar diqedin.

Cîhan diguhere û xwedîhêz bi ser dikevin.”