Metirsiya erdhejê: ‘Ti tedbîr nehatine standin’
Stenbol (Rûdaw) - Li gorî pispor û jeologan metirsiyeke mezin a erdhejê li Stenbolê heye û divê tedbîrên pêwîst bên standin.
Li gelek navçeyên Stenbolê yên ku di bin metirsiya xeta erdhejê de ne xelk bi çarenivîsa xwe razî bûye.
Xelk ji ber kirêya zêde nikarin ji wan navçeya bar bikin. Şêniyên Samatyaya Fatihê ji ber kirêyên zêde bi gazinc in.
Samatyaya navçeya Fatih a Stenbolê, malnişînekî Kurd yê bi navê İsmail Hakkisuyu yê 71 salî, ji bo debara malbata xwe bike ji neçarî li vî dikanê hesinkariyê dixebite.
Semt û xaniyê ku ew lê dimîne nêzî xeta derzê ya erdhejê ye, heta apartmana ku ew lê dimîne 60 salî ye lê ew ji ber kirêya zêde û mesrefên malbarkirinê nikare ji mala xwe derkeve û barê cihekê bi ewle bike.
“Ew qeweta min nîne malê bar bikim”
Îsmaî Hakkisuyu behsa kêmderfetiya xwe kir û wiha got:
“Sala 1999an de min ev xanî kirê kir. Piştî 15-20 rojan erdheja Marmarayê çêbû. Pişt re du erdhej çêbûn. Xanî hejiya lê şikir tiştek çênebû.
Niha xanî gelek kevn e. Ew qeweta min nîne ku ez malê ber bi cihekî din de bar bikim.
Yanî ez zanibim ev der xirab dibe jî ez nikarim bi cihekî din ve biçim.
Dewlet qet napirse ev mirov çawa debara xwe dikin û çawa kirêya xwe didin."
Samatya û Yedikule semtên herî kevn ên Stenbolê ne. Xaniyên taxê herî kêm 40-50 salî ne û bi xîz û qûma behrê hatine çêkirin.
Piştî erdhejên 6ê Sibatê gelek kesan ji taxê koç kirine û berê xwe dane herêmên wekî Beylikduzuyê.
Li taxê ji aliyê şaredariyê ve li gelek xaniyan testên karotê hatine kirin, hin xanî hatine xirabkirin, hin xanî jî wê bêne xirabkirin.
“Kirêya xaniyan jî bilind bûye”
Emlakfiroşê bi navê Orhan Altun jî wiha got:
"Piştî erdhejê gelek kesan ji vir koç kirin. Ji ber ku her roj di televîzyonê de nûçeyên erdhejê em dibînin.
Ji ber ku piraniya avahiyên li vir ji 40 salî zêdetir in, piraniya xelkê ber bi Beylikduzuyê ve çûn.
Hin kes jî çûn Bahçeşehir û Esenyurtê. Ji ber nûjenkirina bajarvaniyê, kirê jî bilind bûn. Firotina xaniyan jî sekinî ye."
Enflasyon û tirsa erdheja Stenbolê biha û kirêya xaniyan zêde dike.
Li gorî platforma Endeksayê, di meha Îlonê de li Stenbolê bihayê metreçargoşeya xaniyan ji sedî 28 zêde bûye û gihiştiye 41 hezar û 267 lireyî.
Li gorî piyasayê êdî kirêya xaniyan ya herî erzan ji 15-20 hezar lîreyê dest pê dike.
Şêniyê bi navê Bayram Kaya jî behsa metirsiya erdhejê dike ku avahiya ku ew lê dimînin li ber hilweşînê ye û mirov bi tirs tê de radizên.
“Ti tevdîr nehatine standin”
Şêniyê bi navê Burak Çagla Gozoglu jî behsa hejariyê dike wiha got:
“Fatîh yek ji semtên herî hêjar ê Stenbolê ye. Li vir ji bo erdhejê ti tevdîr nehatine girtin.
Li apartmana min test nehatiye kirin. Avahî 60 salî ye, dîwarên wê diqelişe, hildiweşe. Yanê em di xema ti kesî de nîn in."
Li gorî saziya amaran a fermî TUIKê, sala 2023yan de 581 hezar û 330 kesî ji Stenbolê koç kirine û rêjeya kesên ku Stenbolê terikandine gihiştiye ji sedî 39an.
Li Stenbola ku li ser asta cîhanê yek ji bajarên herî biha ye, êdî di binya 15-20 hezar lîreyî de xaniyê kirê nemaye.
Li vî bajarî ji sala 2021an heta 2024an kirêya xaniyan 8 qat zêde bûye.
Hem kirêya zêde hem jî tirsa erdhejê dibe sedem ku beşekî xelk ji Stenbolê bar bikin.
Beşekî ji xelkê jî ji neçarî dev ji sûk û taxên xww berdidin û berê xwe didin herêm û navçeyên bihatir. Beşekî ji wan jî ji ber rewşa xirab a aboriyê nikarin ji cihên xwe bilivin.