Tirkiyeyê jî dest bi veguhastina welatiyên xwe kir: ‘Rewşa Beyrûtê roj bi roj xirabtir dibe’

11-10-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Dîmenê hatina welatiyan li Bendera Mersînê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dîmenê hatina welatiyan li Bendera Mersînê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şerê Xezeyê Hizbulaha Libnanê Beyrût Bendera Mersînê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) Tirkiyeyeyê bi keştiyan dest bi veguhastina hemwelatiyên xwe yên li Libnanê kir û welatiyên hatine veguhastin dibêjin rewş roj bi roj li Beyrûtê xirabtir dibe.

Piştî êrişên tûnd ên Îsraîlê li Libnan û Beyrûtê welatan dest bi vaguhastina welatiyên xwe yên li Libnanê kirin.

Tirkiyeyê jî bi 2 keştiyan welatiyên xwe yên li Beyrûtê veguhast Bendera Mersinê.

Piraniya kesên ku hatine veguhastin Merdîniyên li Libnanê ne di nava wan de Kurd û Ereb jî hene.

Wezareta Parastina Tirkiyeyê diyar kir ku heger pêwîst bike dê pêvajoya veguhastinê berdewam bike.

Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî li Mêrsînê pêvajoya veguhastinê şopandiye.

Kadir ji Mêrdinê hatiye ber deriyê Bendera Mersînê çavê wî bi kelecan û hêviyeke mezin  li derî ye.

Xwişa Kadir a bi navê Sevîm di yek ji wan keştiyan daye.

Piştî sebr û sekneke dûr û dirêj Qadir û xwişka wî Sewîmê  gihiştin hevdû û hevdû hembêz dikin.

“Em 3 roj bê av û bê xwarin man”

Sevîm Akkoçê li ser hesta vegera xwe wiha got:

“25 sal in ez li Beyrûdê dijîm. Elhemdulîlah em vegeriyan hîn jî em di şokê de ne.

3 rojan em bê av û bê xwarin hatibûn dorpêçkirin. Wekî ku em di zindanekê de bin. Em nikarîbûn derketana.”

Kadîr Akkoçê birayê Sevîmê jî wiha got:

“Min û xwişka xwe 5 sal e me hevdu nedîtibû. Elhemdullîlah em gelekî keyfxweş in.

Êdî em careke din wê naşînin. Înşelah em dê careke din tiştekî wisa nebînin. “

Hikûmeta Tirkiyeyê bi 2 keştiyan heta niha nêzîkî 2 hezar welatiyên xwe ji Libnanê veguhastin.

Xelkê hatiye veguhastin behsa rewşa Beyrûtê dikin û dibêjin roj bi roj rewş xirabtir û girantir dibe.

“Dahiye wêran bûye”

Buşra Hesenê jî li ser rewşa dawî ya Libnanê wiha got:

“Dahiye wêran bûye, welatî li derve ne li cadeyan e bê xwarin in xizmetên dewletê ne baş bûn. Her roj tiştekî nû çêdibû.”

Xedîce Busyanê jî tekez dike ku cihê ku ew jê derketin, hatiye bombebarankirin.

Ednan Refîq jî amaje bi wê yekê kir ku dê rewşa Beyrûtê xirabtir bibe û ji tirsa bombebaranê xew bi çavên wî nedibûn.

Wezareta Parastina Tirkiyeyê pêvajoya veguhastina welatiyên Tirkiyeyê bi 2 keştiyan pêk anî.

Wezaretê ragihand ku eger pêwîstî hebe dê pêvajo berdewam bike.

Li gorî amaran fermî li Libnanê 14 hezar hemwelatiyên Tirkiyeyê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst