STENBOL - 6 kesan alkola sexte vexwar: 2 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê ji 6 kesên ku ji ber vexwarina alkola bi jehrê ketibûn, 2 ji wan mirin.

Tîmên Girêdayî Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê hatin agahdarkirin ku li taxa Merkezê ya navçeya Gazîosmanpaşayê ya Stenbolê, kesekî alkola sexte vexwariye û bi jehrê ketiye.

Tîmên tenduristiyê ew kes biriye nexweşxaneyê.

Tîmên ewlehiyê heman rojê derbarê mijarê de lêkolîn da destpêkirin.

Rojek piştî wê welatiyê bi navê Engîn E. ku ji ber vexwarina alkolê li nexweşxaneyê dihat dermankirin mir.

Her wiha di lêkolînên hêzên ewlehiyê de diyar bû ku di navbera 1 û 9ê Çiriya Pêşînê de 5 kesên din jî ji ber bijehrêketina bi alkola sexte çûne nexweşxaneyên Gazîosmanpaşayê.

Li gorî zanyariyan welatiyê bi navê Halîm F. jî ku ji ber vexwarina alkola sexte dihat dermankirin, mir.

Hat ragihandin ku dermankirina welatiyên bi navên Hakan T. û Semîh T. jî li nexweşxaneyê berdewam e.

Welatiya bi navê Yemlîha K. û hevjînê wê Serdar Ç. jî piştî dermankirinê hatine şandin.

Tîmên ewlehiyê piştî bûyerê li taxa Merkezê ya Gazîosmanpaşayê dikanek tespît kir ku alkola sexte difiroşe û bi operasyonekê bi ser wê dikanê de girt.

Di operasyonê de xwediyê dikanê Anil A. û kesekî bi nave Ozgur T. hatin desteserkirin.

Piştî karûbarên îfadeyê her du kes bi tohmeta “kuştina bi texsîr” ber bi dadgehê ve hatin şandin û bi biryara dadgehê hatin girtin.