Li Tirkiyê 1,5 milyon keç ji xwendinê bê par in

11-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Komeleya Piştgiriya Jiyana Hemdem (ÇYDD) Prof. Dr. Ayşe Yuksel dibêje, niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 1 milyon û nîv zarokên keç ji xwendinê bê par in.

Li cîhanê roja 11ê Cotmehê wek roja zarokên keç tê qebûlkirin. Bi boneya vê rojê Seroka Komeleya Piştgiriya Jiyana Hemdem (ÇYDD) Prof. Dr. Ayşe Yuksel di derbarê parastina mafê zarokan û bi taybet zarokên keç de ragihandiye, Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 866 hezar zarokên keç ji çûna dibistanê û xwendinê bê par in.

Ew dibêje, aliyê herî bi êş jî ew e her ku asta xwendinê bilind dibe ev hêjmar jî zêdetir dibe.

Ayşe Yuksel diyar kiriye, zarokên keç yên di temenê dibistana seretayî de ku ji xwedinê bêparin 195 hezar kes in, di dibistana Navîn de ev hêjmar digihe 298 hezar kesî û di dema dibistana Amadeyî yan Lîseyê de jî hêjmara keçên ku naçin dibistanê digihe 373 hezar keçan.

Bi giştî zarokên keç ên nikarin biçin dibistanê 866 hezar kes in.

Ayşe Yuksel dibêje, dema ew keçên ku ji derve jî dixwînin li vê hêjmarê bên zêdekirin ji 1 milyon û nîvê zêdetir zarokên keç li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji xwendinê bê par in.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst