DEM Partiyê derbarê destdirêjiya li ser zarokan pêşniyarnameyek amade kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê li ser destdirêjiya ser zarokan pêşniyarnameyek pêşkeşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

Hefteya borî li gundê Qetînê yê navçeya Karaza Amedê kesekî bi navê Osman E. ku dersa Quranê dida zarokan, bi sedema ku destdirêjî li zarokan kiriye hat girtin.

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren li ser bûyerê pêşniyarnameyek pêşkeşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

Eren li ser bûyerê û destdirêjiya li ser zarokan 9 pirs pêşkeşî parlamentoyê kirin.

Li gorî agahiyan kesekî bi navê Osman E.yê ku li gundê Qetînê dersa Quranê dida zarokan destdirêjî li gelek zarokan kiriye.

Ew bi wê sedemê roja 7ê Îlonê bi biryara dadgehê hat girtin.

Di pêşniyarnameya Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren de 9 pirsyar hatine kirin.

Eren xwest ku rayedar bersiva pirsên li xwarê bidin:

1) Wezaretê derbarê bûyerê de lêpirsîna îdarî daye despêkirin?

2) Mexdûrên din hene û xebatên rehabîlîtasyonê hatine meşandin?

3) Li cihên ku perwerdeya olî tê dayîn ku ser bi Wezareta Ewqafê ve ne ji aliyê Wezaretê ve tên konrolkirin?

4) Li Amedê di nava 5 salan de çend destdirêjiya li ser zarokan hatine raporkirin û çend kes hatine cezakirin?

5) Li seranserî Tikriyeyê di nava 5 salên dawiyê de çend bûyerên destdirêjiya li ser zarokan çêbûne û mexdûran piştgiriya derûnî wergirtiye û piştgiriyê têrê kiriye?

6) Di çarçoveya piştgiriya derûnî û xebatên rehabîlîtasyonê de Wezaretê çi xebat meşandine? Projeyên nû di wê mijarê de hene?

7) Di wê mijarê de xebatên hişyarkirina civakê hatine meşandin, bi taybetî li dibistanan û cihên din ên perwerdeyê?

8) Ji bo pêvajoya darizandina tawanbaran bileztir bibe û mexdûr zêdetir bên parastin xebateke taybet tê meşandin?

9) Piştgiriya derûnî ya ku wezaret dide mexdûran çi ye û zarokên mexdûr û malbatên wan bi awayekî demdirêj piştgiriyê werdigirin?