Babacan: Ji bo yekkirina partiyan em bi Partiya Paşerojê re hevdîtinan dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya DEVAyê eşkere kir ku ew ji bo yekkkirina partiyan û avakirina komeke hevpar bi Partiya Paşerojê re hevdîtinan dikin.

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan behsa danûstandinên xwe yên bi Partiya Pêşerojê re kir û got:

“Niha em bi Partiya Paşerojê re di nava danûstandinan de ne.

Mumkun e her du partî bibin yek. An jî dibe ku komek çêbibe lê divê ev kom li wir nemîne.

Bi tevlîbûna hevalên parlamanterên partiyên din, em hewl didin komeke pir bihêztir û nû li parlamentoyê were damezirandin.

Em hewl didin komekê ava bikin ku bihêz be.“

“Bi milyonan kes ji AK Partî û Erdogan nerazî ne”

Babacan amaje bi wê yekê kir ku bi milyonan kes ji Erdogan aciz bûne û wiha berdewam kir:

“Armanc û hewldana me ya avakirina komekê heye.  

Dema ku em li dînamîkên civakî yên li Tirkiyeyê dinêrin, piştî hilbijartinên dawî tevgerên tundtir diqewimin.

Ya yekem, bi milyonan kes û bi milyonan welatiyên dîndar hebûn ku demekê ji AK Partiyê hez dikirin û piştgirî dida birêz Recep Tayyîp Erdogan.

Ew niha nerazî ne û di lêgerînên nû de ne, bi milyonan kesên ku serdemên Menderes û Ozal ên rehmetî bi bîr tînin hene.

Bi milyonan kes li dû wê yekê ne ku li navendê tevgereke nû çêbibe, mîna wan rojan.

Bi milyonan ciwanên me hene ku tevahiya nîzama siyasî ya li Tirkiyeyê red dikin û êdî ji AK Partiyê ne razî ne."

“Divê em alternatîfeke nû û bihêz ava bikin”

Alî Babacan behsa avakirina komeke bihêz a li Parlamentoya Tirkiyeyê kir û anî ziman:

“Niha li Tirkiyeyê gelek partiyên siyasî hene.

Em her tim dibînin ku divê ev hemû hewldan bibin yek.

Her wiha em di wê baweriyê de ne ku li parlamentoyê, hevkariyeke xurttir, xebateke xurttir di navbera partiyên siyasî de pêk bînin û bi hev re alternatîfeke nû û bihêz ji bo vî welatî çêbikin.

Em niha bi Partiya Paşerojê re ji bo yekkirina partiyan danûstandinan dikin. Belkî em komekê jî ava bikin.“