Li Balikesîrê kesek bi hinceta PKKyê hat desteserkirin

11-09-2024
RÛDAW
Nîşan Balikesîr PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Edremîtê ya bajarê Balikesîrê yê Tirkiyeyê kesek bi hinceta propagandaya PKKyê hat desteserkirin.

Li Balafirgeha Koca Seyîtê ya Edremîtê bi hinceta ku propagandaya PKKyê kiriye kesekî ku navê wî nehatiye eşkerekirin ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin.

Li gorî zanyariyan, ji ber propagandaya PKKyê derbarê wî kesî de berê biryara girtinê hatiye dayîn.

Wergirtina îfadeyên wî kesî li qereqola cendirmeyan berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst