Dibistan vebûn: Malbat nikarin pêwîstiyên zarokan dabîn bikin
Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala perwedeyê ya 2023-2024an dest pê kir.
Nêzikî 19 milyon xwendekar û zêdetirî milyonek mamoste li dibistanên xwe vedigerin.
Kelecana wan zêde ye lê malbat bi guman û xemgîniya bihabûnê zarokan ji bo polên wan amade dikin.
Ji ber qeyrana aboriyê bihayê her tiştekî sê çar qatan zêde bûye.
Piraniya malbatan yan nikarin beşeke pêdawistiyên zarokan dabîn bikin yan jî pirtûk û kelûpelên destê duyem bi kar tînin.
Helîme Xanim beriya ku dibistan dest pê bikin, bi destê zarokan girtiye û derketiye bazarê.
Lê dayîka 7 keçan ku her heft jî dê biçin dibistanê bi dest û dilekî ku ji ber bihabûnê diricife hewl dide pêdawistiyan temam bike.
Zilamê wê bi mûçeyeke kêmane xebatkar e û mesrefê 7 xwendekaran li ser milê wan bûye barekî giran.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê werzê perwerdehiyê dest pê dike û zarok bi kelecan in.
Lê bihabûn dilê gelek malbatan zîz dike bê ka ew dê karibin ta dawiya salê wan bişînin dibistanan an na.
“Em ji xwe kêm dikin da ku zarok jiyana xwe xelas bikin”
Dayika 7 zarokan Helîme Uskurê anî ziman, “Zor e, em wan didine xwendinê.
Em ji xwe kêm dikin dibêjin da bixwînin bigihîjin deverekê, qet nebe heyata xwe xelas bikin.
Zef zor e, belkî min 8 hezar lîre jî xerc kirine, çimkî 7 zarok in.
Ji xeynî wê, ez ên virde wirde jî hesêb nakim.
Ez cilên wan jî hesêb nakim, tenê pêwîstiyên dibistanê hesêb dikim.
Ji ber ku rewşa me ya aboriyê baş nîne, em nikarin wan bi servîsan bişînin dibistanan.
Em bixwe diçin û tên. Ez rojê çar caran diçim û têm.
Di ser de jî li dibistanên cuda ne jî, hemû ne li heman dibistanê ne.”
Ji bo her xwendekarek herî kêm 6-7 hezar lîre pêwîst in
Werzê perwerdehiyê li 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê dike.
Derdora 19 milyon xwendekar û nêzikî milyonek û 200 hezar mamoste li dibistanan vedigerin.
Lê xerciyên destpêkê gelekî giran in û ji bo her xwendekarek ku dest bi dibistanê bike herî kêm 6-7 hezar lîre lazim in. Malbat bi fikar in.
“Rewşa Tirkiyeyê xeter e”
Aynûr Akçarayê got, “2-3 sal e me zêde tengasiyê dikişînin ji ber ku her tişt zêde biha dibe.
Mesela ya biçûk dest bi dibistanê kir, me di du rojan de 3 hezar lîre ji bo wê xerc kirin.
Rewşa Tirkiyeyê xeter e.”
Ji ber qeyrana aboriyê û bilindahiya enflasyonê, bihayê pêdawistiyên xwendinê di hin beşan de heta 200 ji sedî zêde bûne.
Ne tenê malbat lê firoşkar jî ji ber rewşê bi gazin in.
“Malbat neçar mane xwe li gorî rewşê amade bikin”
Firoşkar Îbrahim Çakmak diyar kir ku kelûpel roja biha dibin û wiha axivî:
“Helbet malbat ji ber bihabûnê neçar mane ji xwe kêm bikin.
Em 30-35 sal in vî karî dikin li vir û her roj biha zêde dibe.
Her sal bihayên cûda û zêde li ber wan in û ew jî neçar dimînin xwe li gorê vê rewşê amade bikin.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwendin bûye luks
Li gorî raporeke ku parlementerekî CHPyê amade kiriye, tenê bo cilûbergên her zarokekî 3 hezar lîre divên.
Herwiha çenteyê her zarokekî ku melzemeyên pêwîst divê tê de hebin bi nêzikî du hezar lîre amade dibe.
Herî kêm 2 hezar û 500 lîreyan jî ji bo veguhestinê pêwîst in.
Xwendin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê êdî ji neçariyê derketiye û bûye wekî tiştekî luks.