Li bajareke Tirkiyê êrîşî karkerên Kurd kirin: kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kastamonu yê Tirkiyê kesekî bi çek êrîşî karkerên Kurd ên ji parêzgeha Êlih a Bakurê Kurdistanê kir. Di bûyerê de karekerekî Kurd canê xwe ji dest daye û karkerek jî birîndar bûye.

Li gor agahiyên medyayên Tirkiyê, ew karkarên Kurd karkerên boyaxa xanîyan bûne û li gundê Çamaltiya yê li navçeya Cîde ya Kastamonuyê avahiyeke 3 qatî boyax dikirin.

Hatiye ragihandin, îro dema ku her du karkerên Kurd xwestine dest bi karê xwe di wê avahiya 3 qatî de bikin, xwestine di jêrzemîna avahiyê de kincên xwe biguherînin û cilên xwe yên kar li xwe bikin, lê ji aliyê kesekî ve rastî êrîşa çekdarî hatine.

Li gorî nûçeya ajansa ÎHA'yê, kurê xwediyê malê Serhat O yê 35 salî çûye odeya ku karkeran cil û bergên xwe lê diguherandin û ji ber sedemeke nediyar bi tivingê gule li karkeran reşandine.

Nasnameya her du karkeran Abdurrahman Birgûn (47) û Hamît Oran (33) hatiye ragihandin û tê gotin ku xelkê Êlih a Bakurê Kurdistanê ne û ji bo kar çûne bajarê Kastamonuyê.

Hatiye ragihandin ku di destpêkê de her du karkerên Kurd birîndar bûne û ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Cîdeyê hatin veguhestin. Lê belê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê, karkerê bi navê Abdurrahman Birgun canê xwe ji dest daye, dermankirina karkerê din ê bi navê Hamit Oran berdewam e.

Karker Hamit Oran ji medyaya Tirkiyê re ragihandiye: “Em ji Êlihê bo kar hatin û em karkerên avahiyê ne. Sibê hat ji min cigareyek xwest, min jî cigare pêça û da wî. Me li jêrzemînê cilê xwe diguhert û cilên kar lixwe dikirin. Min carekê dît li devê derî rawestiyaye û çifte di destê wî de ye. Me hê tiştek fêm nekir û yekser teqe li me kir. Piştî wê min şok derbas kir. Ji ber çi êrîşî me kir, sedema wê çiye, em dixwazin bizanin. Di navbera me de bi ti awayî tiştek neqewimî. Em dişixulin û em ji nanê xwe hatine. Bi carekê de hat odeyê û teqe li me kir.”

Oran herwiha dibêje; “Di navbera me de ti nîqaş çênebûn. Kî çi dibêje derewan dike. Hat odeyê û rasterast teqe li me kir. Em çûn wêderê bixebitin. Min hevalê xwe jidest da, rewşa min jî weke hûn dibînin. Ez bi zehmetî filitîm. 4 zarokên hevalên min hebûn û yek jê xwedî pêdawîstiyên taybet e.”